Operasyona li Lîcê didome: Herêmê topbaran dikin 2021-05-03 14:30:11   AMED - Hat diyarkirin ku operasyona li gundê Mizak a dikeve herêma bakurê rojhilatê Lîcê dewam dike û esker 2 rojin bi awayekî zêde herêmê topbaran dike.    Operasyona eskerî ya di 28’ê Nîsanê de li, çoltera gundên Zengesor û Mizak ên dikevin herêma bakurê rojhilatê navçeya Lîcê ya Amedê, berdewam dike. Li gorî çavkaniyên herêmî, esker ji duh ve bi awayekê zêde herêmê topbaran dike. Di heman demê de, hat destnîşan kirin ku Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) herêmê bombebaran dike.   Hat ragihandin ku li qadên daristan ên her du gundan jî yekîneyên eskerî hatin bicihkirin û operasyona eskerî ya li herêmê dewam dike.