Ji ber kûpurên rojnameyê ceza li rojnamevanê girtî birîn 2021-05-04 09:00:41 MÊRSÎN - Dadgeha Cezayê Asliye ya 8'an a Tarsûsê, ji ber kûpurên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê 2 sal ceza li Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welatê yê berê Îsmaîl Çoban birî. Çoban, kûpurên rojnameyê li girtîgehê berhev kiribûn.  Dadgeha Cezayê Asliye ya 8'an a Tarsûsê, ji ber kûpurên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê 2 sal ceza li Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welatê yê berê Îsmaîl Çoban birî.    Çoban, di Nîsana 2018'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û hîn jî di Girtîgeha Tarsûsê ya Jimare 3'yan a Tîpa T'yê de ye. Çoban li girtîgehê hin kûpurên Rojnameyê Ozgurlukçu Demokrasiyê berhev kiribûn û di 24'ê Tîrmeha 2019'an de di avêtina ser qawîşê de gardiyanan dest danîbû ser kûpuran û sûc hesibandibûn.    Serdozgeriya Komarê ya Tarsûsê ji ber van kûpuran di 1'ê Sibata 2021'ê de derbarê Çoban de îdiname amade kiribû û Dadgeha Cezayê Asliye ya 8'an a Tarsûsê jî îdianame qebûl kiribû. Danişîna biryarê ya dozê di 31'ê Adarê de hatibû lidarxistin. Di danişîna dudoyan a biryarê de dadgehê bi îdiaya "amûrên qedexe" 2 sal ceza li Çoban birî.     Her wiha dadgehê di biryara xwe de ji bo nivîsên kurdî yên di nav kûpuran de îfadeya "nivîsên bi zimanekî nayê zanîn" bi kar aniye.   ‘BIRYAREKE DÛRÎ AQILAN'    Parêzerê Çoban Mehmet Altûntaş, anî ziman ku rojnameya ku kûpurên wê hatine berhevkirin di çarçoveyeke qanûnî de hatiye girtîgehê û ji bo 2 sal cezayê li muwkîlê wî hatiye birîn jî got: "Biryareke eletewş û dûrî aqilan e. Îsmaîl Çoban, Midûrê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat bû. Tu hêleke hiqûqî ya vê biryara derbarê rojnamevanekî de tune ye. Biryareke sosret e. Biryareke dûrî aqilan e, ji xeynî vê tu ravekirineke vê biryarê tune ye."    MA / Omer Akin