Servîsa karkeran wergeriya: Karkerek mir, 19 karker jî birîndar bûn 2021-05-04 11:36:35   BÛRSA - Li navçeya Gemlîkê servîsa ku karker tê de bûn qelibî û karkerekê jiyana xwe ji dest da û 19 karker jî birîndar bûn.    Servîsa ku li navçeya Gemlîka Bûrsayê karker tê de bûn, ji ber ajokarê wê kontrol winda kir li bariyeran qelibî û wergeriya. Di qezaya ku di saetên serê sibê de, li ser riya Herema Serbest a Gemlîkê pêk hat de 19 karker birîndar bûn û karkera bi navê Îlknûr Kaya jî jiyana xwe ji dest da.    Piştî ku qeza hat bihîstîn, tîmên tenduristî, agirkuj, AFAD û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên AFAD û agirkujiyê birîndarên ku di wesayitê de asê man, derxistin. Birîndar, ji bo bên dermankirin bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên derdorê.