‘Ji hişbirê re na! Li taxa xwe xwedî derkeve’ 2021-05-04 13:07:16   SÊRT – Welatiyan bertek nîşanî zêdebûna bikaranîna hişbirê ya li taxa GAP’ê dan û pankarta “Ji hişbirê re na! Li taxa xwe xwedî derkeve’ daleqandin.    Li taxa GAP’ê ya Sêrtê, welatî li dijî zêdebûna bikaranîna hişbirê bi bertek in. Niştecihên taxê li têketine taxê pankarta “Ji hişbirê re na! Li taxa xwe xwedî derkeve” daleqandin û fikarên xwe anîn ziman. Li taxê temenê bikaranîna hişbirê daketiye 13’an û niştecihên xwestin ku xebatên agahdarkirinê bên meşandin.