Dema ku xwest mar bikûje 4 zarokên xwe birîndar kirin 2021-05-04 13:38:46   RIHA - N.E’yê li navçeya Eyyubiyeyê ji bo ku marê di serbanê xwe de bikuje gule berda lê saçmayên ku ji çekê derketin li 4 zarokên wî ketin.    N.E.’yê li Gundê Çamûrlû ya navçeya Eyyubiye ya Rihayê dijî, dema ferq kir ku di serbanê mala wî de marekî metreyek û nîv dirêj heye, bi çekê çend destan gule berdayê. Saçmayên ku ji çeka N.E. derketin li zarok M.E., M.N.E., R.N.E. û D.E yên li bexçeyê dileyizîn ketin. Zarokên ku birîndar bûn, bi ambûlansên ku hatin cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyê. Cendermeyan bav N.E.  binçav kirin.