Di riya ku qereqolê teng kir de qeza çêbû 2021-05-04 13:56:44   RIHA - Di rêya Riha û Wêranşarê de blokên betonê weke dîwarê qereqolê danîne ser rê, ji ber vê yekê di rêya tengbûyî de wesayîtekê li refûjê da û qelibî. Ji heman malbatê 5 kes birîndar bûn.    Di rêya Riha û Wêranşarê de Qereqola Cendermeyan a Dagyani şirîdeke rê bi hinceta “dîwarê ewlehiyê” rê teng kiriye. Ji ber vê yekê wesayîtekê li pêş qereqolê li refûjê da û qelibî. Piştî erebeya ku Alî Kaya diajot qelibî, ligel ajokar, Emîne, Mehmet, Perîhan û Zînet Kaya birîndar bûn. Hat hîn bûn ku li pêş heman qereqolê beriya niha jî gelek qezayên weke vê çêbûn e.