Mirina biguman a leşkerê roman: Rengê întiharê tê dayîn 2021-05-04 16:11:57   STENBOL – Leşker Caner Sarmaşik ku hat aşkerakirin li Îdlibê întihar kiriye, hat angaştkirin ku ji aliyê fermandarê xwe ve hatiye kuştin. Serokê Komeleya Romanên Sakaryayê Orhan Tangel, diyar kir ku Sarmanşik ji ber ku roman bûye mobîng lê hatiye kirin.    Mirina biguman a leşkerê roman Caner Sarmaşik ku hat aşkerakirin li Îdlibê jiyana xwe ji dest daye nayê aşkera nabe. Piştî ku hat ragihandin ji aliyê fermandarê wî ve mobîng li Sarmaşik hatiye kirin û biçûk hatiye xistin, romanên ku li Sakaryayê dijîn çalakî li dar xistibûn. Li ser vê Wezareta Parastinê, têkildarî mirina biguman a Sarmaşik daxuyanî da û angaşt kir ku Şarmaşik întihar kiriye.   FERMANDAR KUŞTIYE   Serokê Komeleya Romanên Sakaryayê Orhan Tangel, têkildarî mijarê ji ajsansa me re axivî û diyar kir ku Sarmaşik ji aliyê fermandarê xwe yê mezin ve hatiye kuştin û ev agahî dan: “Fermandarê wî gule berî ser dilê wî daye û ew kuştiye. Ji ber ku roman bûye fermandarê wî ew biçûk xistiye û zexta derûnî lê kiriye. Caner malbata xwe ji vê rewşê agahdar dike û malbata wî jî diçe keyayê taxê agahdar dike. Keyayê taxê li fermandar digere. Piştî vê agahdarkirinê fermandar hê zêdetir heqaeret li Caner dike û gefa kuştinê lê dixwe. Caner dîsa malbata te xwe agahdar dike û pişt re tê kuştin.”   BANGA LI RAYEDARAN    Tangel, destnîşan kir ku li gorî raporên balistik bi çekeke biçûk gule li ser dilê Caner hatiye reşandin û wiha got: “Kesekî ku întihar bike gulê berî dilê xwe nade. Leşkerekî ku 24 saetan di destê wî de çek hebe çima biçe çeka fermandarê xwe bigire û pê întihar bike. Fermandar li vî zarokî daye. Bûyer ne întihar e. Hewl tê dayîn rengê întiharê bidinê. Hin kes dixwazin ser vê biveşêrin. Ez bang li rayedarên dewletê dikim ku vê nîjadperestiyê berdewam neke. Bêyî ku bûyerên mezintir pêk werin bila ev bûyer bê lêkolînkirin.”