76 kesên ku di serdegirtina mizgeftê de hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-05-04 16:22:13   DÎLOK – 76 dildarên Weqfa Fûrkanê ku duh ji bo îttîkafê çêbûn mizgeftan û bi zexta polisan hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li Dîlokê, 76 dildarên Weqfa Fûrkanê ku duh ji bo îttîkafê çêbûn 3 mizgeftan û bi hinceta qedexeyên pandemiyê bi zexta polisan hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Hat hînbûn ku bi hinceta binpêkirin qedexeya pandemiye û mesafeya fizîkî cezayê pere li 76 kesan hatiye birin û derbarê wan kirariya edlî hat destpêkirin.