Wekîlê HDP'ê li Çemê Ramadanê 53 kesên hatibûn qetilkirin bibîr anîn 2021-05-04 16:25:07 DERSÎM - Rêxistina HDP'ê ya Dersîmê 53 kesên li Çemê Ramadanê hatibûn qetilkirin bi bernameyekê bibîr anîn.  Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Alîcan Onlu, li navçeya Qislê ya Dersîmê 53 kesên li Çemê Ramadanê hatibûn qetilkirin bibir anîn. Di bernameya bîranînê de Wekîl Onlu, anî ziman ku yek ji cihê komkujî lê pêk hatiye Çemê Ramadanê ye û wiha  got: "Li gelek cih û warên Dersîmê komkujî pêk hatin. Yek ji cihê komkujî lê pêk hat jî Çemê Ramadanê ye. Li vir ji malbata me 53 kes hatin qetilkirin. Ji mezinê malbatê Bertal Efendî xwestin mal û milkê xwe kom bike û koç bike. Lê di rêde ew ji piştve kuştin. 53 endamên malbatê jî anîn Çemê Ramadanê û li vir qetilkirin. Dema pîra wan bihîst ku 53 kes ji malbata wan hatine qetilkirin xwe li malê darve kir û dawî li jiyana xwe anî. Em wan bi hurmetî bibir tinin."    Rêveberên HDP'ê piştre li cihê komkujiyê çîçek danîn û 53 kes bibîr anîn.