Cîranên wî yên Sûryanî yeko yeko koç kirin 2021-05-05 09:01:01 MÊRDÎN – Faysal Basût ê 80 salî û dikandar ku li Mêrdîna kevin dimîne, anî ziman ku cîranên wî yên suryanî ji ber tahde û zoriyê ji bêgavî ji bajêr koç kirine û çûne. Basût, diyar kir ku bêriya wan rojên berê dike.  Mêrdîn, bi reng û dengê xwe yê cur bi cur tê naskirin. Nexasim jî Mêrdîna kevin. Lê belê ji ber polîtîkayên dewletê yên piştî avakirina komarê gelek şêniyên bajêr ji bêgavî koç kirin û çûn deverine din. Yek ji van şêniyên sereke yên bajêr jî Sûryanî bûn.    Faysal Basûtê 80 salî ku hê jî li Mêrdîna kevn e û 40 sal in dikandariyê dike, bal kişand ser wan rojên rengîn ê bajêr.    Basût 40 sal in li Taxa Şarê li dikaneke 12 metrekareyî dikandariyê dike. Gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest dane û yên mayî jî bar kirine çûne. Lê wî dev ji warê xwe bernedaye. Basût, ji bo cîranên xwe yên suryanî yên çûne dibêje "ji 100 malî tenê dudu jê mane" û bi vî awayî îşaret bi rastiyeke êşbar dike.    KES NEMA    Basût, anî ziman ku berê 25 salan leblebîfiroşî kiriye û paşê dest bi dikanadariyê kiriye. Basût ji bo rewşa bajêr a berê got: "Mêrdîn, berê ne wisa bû. Berê dîrokek hebû."    Basût, ji bo meydana ku bi destê qeyûm hat xerakirin û hê jî nehatiye temamkirin jî diyar kir ku berê bar li vir hatine komkirin û cihê bazarê bûye.    Basût, bilêv kir ku halê bajêr ê berê xweşiktir bû û ji bo Keleha Mêrdînê ku niha wekî binkeya radarê ya NATO'yê ye û çûna wê qedexe ye, anî ziman ku berê li wir bi gogê dilîstin.    ÇÛN    Basût, da zanîn ku berê piraniya şêniyên bajêr Sûryanî bûne, lê belê niha pir kêm mane û got: "Şêniyên vê taxê giş Xirîstiyan bûn. Piranî ew bûn. Niha pir kêm mane. Pir kêm. Berê komek bûn. Karine pir xweş dikirin. Bi dû re gişan bar kir, çûn. Hin jê çûn Sûriyeyê, hin jê çûn Elmanyayê, hin jê çûn Emerîkayê. Hevalên me hebûn, me li dêrê bi hev re bi gogê dilîst. Niha ew li Elmanyayê ne."    Basût, destnîşan kir ku Sûryanî ji ber zext û zoriyan bar kirine çûne û got: "Hin jê hebûn, diçûn tişt ji wan dixwestin. Nedana jî ditirsiyan, didan. Piranî jê ji vir reviyan, çûn."    Basût ku got "Xêr ji wechê wan dibariya" got: "Dihatin vê kolanê, rê û rêwanî di kolanê de tune bû... Ev tax hemû xirîstiyan bûn. Neman. Niha ji 100 malî 2 mal mane."    MA / Ahmet Kanbal