Xwendekarên jin: Em birin odeyeke bêkamera û li me xistin 2021-05-05 09:01:04 STENBOL - 3 xwendekarên jin ku gava xwestin li Taksîmê 1'ê Gulanê pîroz bikin hatibûn binçavkirin, anîn ziman ku li midûriyeta polîsan li cihekî bê kamera polîsan li wan xistiye.  Îsal ji ber şewba Covîd-19'ê karker û kedkar bi boneya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran daneketin qadan. Li Stenbolê kesên ku xwestin 1'ê Gulanê bi awayekî sembolîk li Qada Taksîmê pîroz bikin bi mudaxileya olîsan re rû bi rû mabûn. Di vê mudaxileyê de 255 kes hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn berdan. Ji kesên hatibûn binçavkirin 3 xwendekarên jin, anîn ziman ku li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê polîsan wan biriye cihekî bê kamera û li wan xistine.    Endama Kolektîfa Jinê Şîlan Delîpalta ku polîsan lêxistiye, anî ziman ku gava hatiye binçavkirin polîsan destê xwe xistine qirika wê û şidandine.    BIRIN ODEYEKE BÊ KAMERA    Delîpalta, got: "Polîseke jin, gava hevala me Lîzgeyê dibir nezaretxaneyê destên wê şidandin û lêxist. Gava Lîzgeyê jî bertek nîşan da, polîsê hîn bêtir şidand. Piştî vê me hemûyan bertek nîşan da. Vê carê jî nêzî 20 polîsî bi me girtin û polîsa jin jî bêtir bi ser Lîzgeyê de çû. Herî dawî du polîsan bi milê min girt û dû re jî em birin odeyeke bê kamera û li wir li me xistin."    Delîpalta, diyar kir ku giliyê polîsan kirine.    LI ERDÊ BI PEHÎNAN LÊ XISTINE    Endama Fealiyeta Xwendekaran Lîzde Bîter jî destnîşan kir ku gava wan birine nezaretxaneyê polîsên jin tahde li wan kirine û got: "Polîseke jin bi min girtibû û qirika min dişidand û du polîsên çevîkê jî bi milên Şîlanê girtibûn û polîsên din jî bi pehînan lê dixist. Paşê li erdê li me gişan xistin. Piştî vê jî em birin odeyeke bê kamera û li me xistin."    Bîter, bilêv kir ku bi giştînameya dawî ya Wezareta Karên Navxweyî re polîs bi awayekî aşkere tahdeyê dikin û got: "Bi tahde û îşkenceya li odeya bê kamera armanca giştînameyê aşkere bû. Tişta ku îqtidar dixwaze veşêre bombeyên gazê û derbên wan ê li canê me ye." kullandı.    ARMANC ÎŞKENCE BÛ    Endama Piştevaniya Xwendekaran Ayşegul Korkûtan jî destnîşan kir ku armanca polîsan ne pêşîlêgirtina girseyê bû, armanca wan îşkence bû. Korkûtan got: "Di dema binçavkirinê de tim tahde li me kirin. Em xwendekarên zanîngehê li ber îşkenceyê rabûn û me li ber xwe da."    Korkûtan, destnîşan kir ku îşkenceya li jinan hatiye kirin ne tiştekî rasthatinî ye û got: "Di wesayîta binçavkirinê de rageşiyek çêbû. Polîsan êrîşî me kir, lê gava dîtin camên wesayîtê bê fîlm in nikaribûn tiştekî bikin. Paşê gava me birin nezaretxaneyê, bi dijwarî em 3 jinan îşkence kirin. Ên kirin jî heman polîs bûn. Polîsên mêr jî daxil nav bûn. Gava em li ber wan rabûn, vê carê em birin odeyeke bê kamera û li erdê bi pehînan li me xistin."    MA / Berfîn Karaman