'Divê em azadiya nûçewergirtin û belavkirinê biparêzin' 2021-05-05 09:01:06 ÎZMÎR - Kazim Kizil ê ku nûçeyên vîdeoyî çêdike, giştînameya "qedexeya deng û dîmenan" a Midûriyeta Giştî ya Polîsan nirxand, destnîşan kir ku biryara navbirî ne qanûnî ye û li dijî vê divê azadiya nûçewergirtin û parvekirinê bê parastin.  Bertekên li dijî giştînameya qedexeya girtina dîmen û tomarkirina dengên polîsan a Midûriyeta Giştî ya Polîsan didomin. Kazim Kizil ê ku nûçeyên vîdeoyî çêdike û li Îzmîrê dixebite, anî ziman ku biryara navbirî ne qanûnî ye û ev yek rojnamevanan hedef digire.    Kizil got: "Kesên giştînameyê diparêzin, hay ji tahdeya polîsan hene. Lê ji dêvla pêşî li ber vê bigirin, radibin modelekê çêdikin ji bo sernixumandinê. Me di 1'ê Gulanê de dît bê çawa mudaxileyî rojnamevanan kirin. Bi bahaneya giştînameyê bi awayekî dijwar êrîş dikin. Polîsê ku George Floyd kuşt, bi saya dîmenaên welatiyekî hat cezakirin. Li aliyekî erka tahdekirinê ya polîsan tê zêdekirin, li aliyê din delîl tên windakirin."    ‘DIVÊ HER KES LI BER VÊ BIRYARÊ RABE'    Kizil, destnîşan kir ku divê her kes li dijî vê giştînameyê rabe û got: "Anektodeke Ezel Aktay heye, hez jê dikim. Dibêje, gava li welatekî şer bê amadekirin, pêşî çîrokbêj tên topkirin, ji bo çîrokên wê demê nebêjin. Tişta tê serê me ne şerek be jî, lê yê bêhiqûqîtiyên çêdibin bibêje. Divê her kes azadiya nûçewergirtin û belavkirinê biparêze. Ji lew re em tu carî dev ji çîrokbêjiyê bernedin."    'EM TIM TOMAR BIKIN'    Sînemavan Mûrat Yuksel, diyar kir ku daxuyandina fikirê û belavkirina wê, azadiya zanist, huner û çapemeniyê bi qanûnan tê diyarkirin, lewma giştînameyek nikare qanûnan pûç bike. Yuksel got: "Em aktivîst, derhêner, nûçevan, nûçevanên heqiyê wekî duh em ê îro jî li qadan bin û tiştên diqewimin tomar bikin."    Yuksel, anî ziman ku dewlet tim dixwaze ser tahdeya ku polîs dikin binixumîne û got: "Lê divê neyê jibîrkirin, em jî ki vir in û em ê hemû sûcan bi kamerayên xwe tomar bikin."