Gotin jiyana xwe ji dest daye lê 24 roj in di lênihêrîna awarte de ye 2021-05-05 10:16:18   ŞIRNEX – Firat Şîşman ê HPG’î ku çapameniya alîgir got “hatiye kuştin” 24 roj in di lênihêrîna awarte de ye. Malbat Şîşman, diyar kir ku agahî ji Şîşman nagirin û ji ber vê rewşê biguman in.    Di 10’ê nîsanê de li herêma Besta ya di navbera Şirnex û Sêrtê de êrişeke bombeyi pêk hatibû û di encama bombebaranê de 8 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dabû. Her heşt cenaze hê jî li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên ragirtin. Malbatên ku ji bo teşhîskirina cenazeyên zarokên xwe tên Şirnexê, bi astengiyên polîsan re rûbirû dimînin.    SOYLÛ XWE DEREWAND   Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, di 28'ê nîsanê de li ser hesabê xwe yê medya civakî têkildarî mijarê daxuyaniyek dabû û angaşt kiribû ku Firat Şîşman ê HPG’î ku niha birîndar e jî jiyana xwe ji dest daye. Li ser vê daxuyaniya Soylû medyaya nêzîkê hikûmetê jî ragihand ku Firat Şişman di pêvçûnê de jiyana xwe ji dest daye. Pişt re Soylû, di bernameya televîzyonekê de xwe derewand û got ku Şîşman jiyana xwe ji dest nedaye û sax e û di destê wan de ye û tê lêpirsînkirin.    DOZGERIYÊ SOYLÛ DEREWAN   Piştî van daxuyaniyan Malbata Şîşman serî li Dozgeriya Komarê ya Şirnexê da û xwest aqûbeta kurê xwe hîn bike. Sedozgeriyê, Soylû derewand û got ku Şîşman di beşa lênihêrîna awarte de ye, nikare biaxive û têkoşîna jiyanê dide. Li ser vê agahiya dozgeriyê, malbata Şîşman li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê geriya û xwest rewşa kurê xwe hîn bike. Lê nexweşxaneyê ji malbatê re ragihand ku nexweşeke bi vî navî li nexweşxaneyê de tuneye.   HEVDÎTINA BI DOZGERIYÊ RE   Brayê Şîşman Suleyman Şîşman, ragihand ku parêzerê malbatê duh bi dozgeriyê re hevdîtin pêk anîne û têkildarî hevdîtinê ev agahî dan: “Dozgeriyê ji parêzer re gotiye ku wan nezanibûne ku kesê di nexweşxaneyê de tê sekinandin Firat Şîşman e û ji ber vê yekê agahî nedane me. Li gorî agahiyên ku dozgeriyê dane, brayê min emeliyatek derbas kiriye û ev 16-17 roj in di beşa lênihêrîna awarte ya nexweşxaneyê de ye û rewşa wî giran bûye. Lê gotiye ku rewşa wî hêdî hêdî ber bi başbûnê ve diçe. Ji ber ku birayê min birîndar e derbarê wî de biryara binçavkirinê nehatiye dayîn. Heta niha tu îfadeyê wî nehatiye girtin. Miroveke ku di beşa lênihêrîna awarte de dimîne wê çawa bikaribe îfade bide? Parêzer ji dozger daxwaz kiriye ku endameke malbatê ji bo ku pêdiviyên wî pêşwazî bike li gel bimîne,l ê dozger ji ber nexweşiya Kovîd-19 ev daxwaz qebûl nekiriye.”    BANGA HÊSTIYARIYÊ   Bira Şîşman, da zanîn ku li gorî axaftina dozgeriyê birayê wî sax e, lê nizanin di kîjan nexweşxaneyê de tedawî dibîne û ev daxwaz kir: “Em dixwazin di vê derbarê de agahî bigirin. Em dixwazin wî bi çavê xwe bibînin. Gumanên me hene. Em daxwaz dikin ku dewlet me agahdar bike. Heger li gorî gotina dozgeriyê be divê ji me re bê gotin ku li ku ye. Banga me ji raya giştî re ye ku li hemberî vê bûyerê bi hêstiyar nêz bibin.”