Xemsariyê Elvîna pitik kuşt 2021-05-05 10:20:29   ÊLIH - Pitika 22 mehî Elvîn a ji bilindahiyê ket û xwînîbûna hûndir derbas kir, di encama xemsariya li du nexweşxaneyan de, jiyana xwe ji dest da. Serdozgeriya Komarê ya Êlihê, derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kir.   Pitika 22 mehî Elvîn a malbata Yildiz ya li Taxa Hîlal a navenda Êlihê dijî, di encama xemsariyê de jiyana xwe ji dest da. Elvîn di 3’yê Gulanê de, ji qata 3’yemîn dikeve xwarê. Welatiyên derdorê di nava 15 deqeyan de Elvîn radikin nexweşxaneyekê taybet a li bajêr. Nexweşxaneya taybet ji bo kar û barên razandinê û dana pere 30 deqeyan pitika Elvîn li ser darbestê dide rawestandin.   TEDAWÎ NEKIRIN   Piştî ku bavê Elvîn gehişt nexweşxaneyê û heqê dermankirina wê da, bijîşkan nû mudaxileyî wê kirin. Fîlmê rontgene yê Elvîn hat kişandan, ji malbatê re hat gotin ku rewşa wê başe û dûre ji nexweşxanê hat derxistin. Piştî nîv saetê rewşa Elvîn giran dibe û ji malbatê re tê gotin ku divê sewqî nexweşxaneyekê din bê kirin.   BUROKRASIYA AMBÛLANÊ   Rayedarên nexweşxaneya taybet vê carê jî astengiya burokrasiyê ji bo sewqkirina ambulans derxist. Pitika Elvîn a li vê derê ji 2 saetan zêdetir hat rawestandin, dûre wê birin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê. Elvîn li vê nexweşxaneyê jî, bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ma û di encama xemsariya li du nexweşxaneyan de, jiyana xwe ji dest da.   Apê pitika Elvîn Muslûm Yildiz, xemsariya li her du nexweşxaneyan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegot.    EM 2 SAETAN LI BENDA AMBULANSÊ MAN   Yildiz, bal kişand ser roja bûyerê û wiha axivî: “Ji du saetan zêdetir, em li nexweşxaneya taybet rawestandin. Destûr nedan ku em derkevin. Piştî ku ji bo nexweşxaneyek din sewqa Elvîn kirin, vê carê krîza ambûlansê derket. Heya ku em ji nexweşxanê derketin, herî kêm em nîv saetî hatin rawestina. Dema em gehiştin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Êlihê jî, kes bi me re eleqeder enbû. Di nava nexweşxaneyê de, em bi darbestê geriyan. Tu xebatkarekê tenduristiyê bi me re eleqeder nebû. Ez sê caran çûm gel bijîşkê lezgîn ê zarokan. Min jê re got ‘pitika me dimire.’ Guh ne da me. Hemû hewldanên me bêencam man. Li nexweşxaneyê kesekê li me mêze nekir.”    LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN   Malbata Elvîn, derbarê rayedarên her du nexweşxaneyan, gilî kirin. Serdozgeriya Komarê  ya Êlihê, têkildarî bûyerê dest bi lêpirsînê kir.    Cenazeyê pitika Elvîn, piştî kar û barên otopsiyê li Goristina Asrî ya navenda Êlihê hat definkirin.   MA / Fethî Balaman