DFG: Dadgehê 60 rojnameger darizandin 2021-05-05 11:53:21 AMED - Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG) rapora meha Nîsanê aşkere kir û diyar kir ku di meha nîsanê de polîsan 9 rojnameger binçav kirine, dozger derbarê 5 rojnamegeran de doz vekir, sîteyên 19 nûçe, 17 websiteyan hatin astengkirin û 60 rojnameger hatine darizandin.   Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG) rapora meha Nîsanê aşkere kir. DFG'ê anî ziman ku 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bû û wiha got: "Lê bi dehan hevalên me, ev roj di girtîgehan de pêşwazî kir. Daneyên di rapora me de jî ne azadiyê, lê zext û neheqiyan nîşan didin. Di tabloyeke wiha de, ne pêkan e behsa azadiya çapemeniyê bê kirin. Rojnameger hê jî tên binçavkirin û girtin, lêpirsîn û doz li wan tên vekirin û cezayê girtîgehê li wan tê birîn. Bi van pêkanînan ne tenê kedkarên çapemeniyê, lê bi tevahî rojnamegerî bixwe tê hedef girtin. Armanca wan ewe ku li şûna ragihandina rast, rojnamegeriya alîgir biafirînin; çapemeniyê ne ji bo civakê, lê ji bo propagandaya desthilatê bi kar bînin."       'BI VÊ GIŞTÎNAMEYÊ DÊ BÊTIR AZADIYA ÇAPEMENIYÊ ASTENG BIKIN'    DFG'ê bal kişand ser Giştînameya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê û wiha berdewam kir: "Midûriyeta Giştî ya Polîsan çend roj berê bi giştînameyekê geveke din a astengkirina  çapemeniyê avêt. Giştîname di çalakiyan de kişandina wêne û dîmenan qedexe dike. Wek hincet jî “îhlalkirina jiyana taybet a polîsan” hat nîşandan. Em dixwazin bipirsin; “cihgirtina di çalakiyan de çawa dibe jiyana taybet?” Em dixwazin bi bîr bixin ku beriya niha qeydên deng an jî dîmenan, gelek bûyer ronî kiribûn. Mînak, di Newroza Amedê ya 2017’an de, heger kişandina dîmenan qedexe bûya wê her kes Kemal Kûrkût weke “bombeyê zindî” zanibûya. Lê belê di wêneyên hatin kişandin de, li ser Kemal Kûrkût bombe tine bû û Kûrkût ji navê berjor tazî bû. Wêneyan rastî nîşanî gel dabû. Ev mînak bixwe nîşan dide ku heger giştîname pêk were, wê azadiya çapemeniyê bêhtir bê astengkirin. Ji ber vê jî divê giştîname bi paş ve bê kişandin û dev ji qedexeyên li ser xebatkarên çapemeniyê bê berdan."     ‘MAFÊ NÛÇE GIRTINÊ TÊ ASTENGKIRINÊ'    Di rapora xwe de DFG'ê qedexe û sansurên ku li dijî malperên nûçeyan û ajansan jî bi bîr xist û derbarê mijarê de ev agahî dan: "Tekane ajansa nûçeyan a jinan a Tirkiyeyê Jinnews, malpera wê ya ku nûçe li serê tên parvekirin di meha nîsanê de 9 caran ji xwe gihandinê re hat astengkirin. Dîsa malpera Ajansa Mezopotamyayê jî di nav mehê de 5 caran bi awayekî nehiqûqî hat astengkirin. Tişta sosrettir jî derbarê astengkirinê de 2 dadgeh du biryarên ji hev cudatir digirin û rewşa bêhiqûqiya ku tê kirin radixin ber çavan. Lê divê bê zanîn ku dema çapemenî bi awayekî azad nexebite wê civak di taritiyê de bimîne. Maf û azadî jî dê di wê tariyê de winda bibin û biçin."   'ROJNAMEGER ÇAV Û GUH IN'    DFG li ser rol û rista rojnamegeran jî rawestiya û wiha pêde çû: "Rojnameger, çav û guhên gel in. Di her nûçeyê de, civak rastiyan dibîne û dibihîze. Ji ber vê sedemê, her astengiya li ser çapemeniyê astengkirina mafê civakê yê xwegihandina agahiyan e. Dema çapemenî bi awayekî azad karê xwe neke, civak dikeve nav tarîtiyê. Em diyar dikin ku ji bo mafên me ji destê me necin, em li ser rêgezên gerdûnî karên xwe bikin û her wiha bi bîr dixin ku divê rêz li mafê civakê yê xwegihandina agahiyan bê girtin.  Rewşa hempîşeyên me yên girtî jî faktoreke sereke ya neheqiyên li rojnamegeran e ku hê jî berdewam e. Gelek rojnameger ji ber karên xwe yên rojnamegeriyê di girtîgehan de ne. Her çiqas hewl didin hevalên me terorîze bikin jî, hevalên me ji xeynî karên xwe yên rojnamegeriyê tiştek din nekirine. Ev rastî di îdianame û sûcdariyan de jî bi aşkerayî xuya dibe. Rojnamegerên girtî ji ber nûçe, hevpeyvîn an jî dîmenên kişandine di girtîgehan de ne. Lê belê yek ji van jî ne sûc e û karên rojnamegeriyê ne. Girtina rojnamegeran ji ber nûçeyên li xweşa desthilatê naçin, li dijî rêgezên hiqûqê ye. Ji ber vê sedemê bi awayekî lezgîn divê hemû rojnamger bên berdan, girtin û binçavkirina hempîşeyên me bê bidawîkirin."          DFG'ê herî dawî bi munasebeta 3’yê Gulanê Roja Azadiya Rojnamegeriyê, pêkhatina azad û demokrasiyê hêvî kirin û roja hempîşeyên xwe pîroz kirin. DFG'ê daneyên raporê jî parve kir û ev agahiyên jêr dan:      DANEYÊN RAPORA MEHA NÎSANÊ   *Rojnamevanên Hatine Binçavkirin : 9   *Astengiya Şopandina Nûçeyan : 4 bûyer   *Lêpirsînên Di Derbabarê Rojnamevanan de : 2   *Dozên Ku Li Rojnamevanan Hatine Vekirin : 5   *Rojnamevanên Ku Hatine Darezandin : 24 dosya, 60 rojnamevan   * Li Zindanan Binpêkirinên Mafên Rojnamevanan                :  1   *Cezayên RTUK’ê                : 5    *Astengiyên Xwegihandina Înternetê : 19 nûçe, 17 website   *Rojnamevanên Girtî (Heta 5’ê Nisanê 2021) : 70