Rojnameger Uyanik li polîsan gilî kir 2021-05-05 15:10:41   ENQERE - Rojnameger û Nûçegîhana Yol TV Ozge Uyanik a dema nûçe dişopand, polîsan telefona wê ji destê wê girt û kişandibû, li polîsan gilî kir.    Şaxa Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ya Enqereyê, têkildarî tundiya polîsan a li dijî Nûçegîhana Yol TV Ozge Uyanik li pêş Edliyeya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên TGS'ê û Uyanik tev li daxuyaniyê bûn. Parlamentera CHP'ê ya Enqereyê Gamze Taşçier, Rêveberê Şaxa TGS'ê yê Enqereyê Alican Uludag û Muşavîra Hiqûqê Meliha Selvî jî piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de Rêveberê TGS'ê Alîcan Uludag, anî ziman ku dema Uyanik di 1'ê Gulanê de nûçe dişopand, polîsan giştîname hincet nîşan da û mafê wê binpê kiriye. Uludag, anî ziman ku dê der barê Midûriyeta Giştî ya Polîsan û polîsê mudaxale kiriye de gilî bikin.    Rojnameger Uyanik jî bertek nîşanî helwesta polîsan û giştînameyê da û wiha got: "Giştîname ne diser zagon û destûra bingehîn re ye. Em ê der barê polisan de gilî bikin. Welatiyên ku li kolanê binpêkirina mafan bibînin jî xwedî maf in ku dîmen û wêne bikişînin."    Muşavîra Hiqûqê ya TGS'ê Meliha Selvî jî anî ziman ku bi giştînameyê azadiya çapemeniyê binpê dikin. Selvî da zanîn ku ev tê wateya sansurê.    Rêveberên TGS'ê û Uyanik piştî daxuyaniyê li polîsan gilî kirin.