Li Sûrê 43 avahiyên vale, bûne cihê tiryakkêşan 2021-05-06 09:35:46   AMED - Li Taxa Cevat Paşa ya girêdayî navçeya Sûrê, 43 avahiyên vale, bûne cih û warê tiryakkêşan. Muxtarê taxê Mehmet Deger, diyar kir ku divê avahî her tim bên kontrolakirin.   Li navçeya Sûr a Amedê, bi taybetî di salên dawî de, bikaranîna tirkiyayê pir zêde bûye. Di heman demê de, bûyerên dizîtiyê jî, li navçeyê bi awayekê cîdî pir bûne. Yek ji taxên ku herî zêde tiryak lê tê bikaranîn Taxa Cevap Paşaye. 43 avahiyên vale yên li taxê bûne cih û warê tiryakkêşan.   Muxtarê Taxê Mehmet Deger, derbarê tiryakkêşiya li taxê zêde bûye de axivî û diyar kir ku di 43 avahiyên vale yên li taxê de, ciwan tiryakê dikêşin. Deger, bal kişand ser rewşa taxê û wiha got: “Piştî ku 4 taxên Sûrê hatin hilweşandin, welatiyên van taxan koçî Taxa Cevat Paşa kirin. Ji ber vê nifûsa taxê derket 8 hezarî. Li taxê avahiyên vale û yên dîrokî, bûne qadên çoşê û tiryakkêşan. Di heman demê de, li van avahiyên vale fihûş jî tê kirin.”   DI PANDEMIYÊ DE ZÊDE BÛ   Deger, dest nîşan kir ku bi taybetî di pêvajoya pandemiyê de, bikaranîna tiryakê zêde bû û wiha bertek nîşan da: “Ji ber bêkarî, di malê malê de mayîn, stresa zêde û zextên heyî, vê rewşa tiryakkêşiyê zêdetir kir. Tiryakkêş ji bo ku tiryakê peyda bikin jî, dest bi diziyê kirine. Êdî rewş wisan bûye, pençereyan û qabloyên înternetê jî didizin. Li taxê heya niha bi milyonan lîre dizîtî hatiye kirin.”   KONTROLKIRINA AVAHIYÊN VALE   Deger, xwest ku bûyerên wiha li taxê bi dawî bibin û wiha got: “Ji bo ku pêşiya vê yekê bê girtin, divê avahiyên vale her tim bên kontrolkirin. Pêwîste ku van avahiyên vale, bikin qadên lîstikên zarokan û veguherînin parkan. Dîtbariya xirab û ev rewşa heyî, encex bi vî wayî ji holê bê rakirin. Em dixwazin ku rayedar her tim van kolanan kontrola bikin. Bi taybetî jî divê avahiyên vale bêkontrol neyin hiştin.”    MA / Mujdat Can - Eylem Akdag