Çîçek ê ji malbata wî 80 kes hatine kuştin: Bila rastiya komkujiyê derxin holê 2021-05-06 10:13:31   DERSIM - Hidir Çelîk ê di Komkujiya Dersimê de ji malbata wî 80 kes hatin qetilkirin diyar kir ku divê rastiyên dîrokî hemû derkevin holê û ew dixwazin komkujî were qebûlkirin.    Yek ji komkujiyên dîroka komar Tirkiyê ya herî mezin Komkujiya Dersimê ya di navbera sala 1937-1938’an de bû. Li gorî daneyên fermî yê yên dewletê di sala 1937’an de hezar û 737 kes û di sala 1938’an de jî 6 hezar û 868 kes di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane.    Li gorî agahiyên nefermî jî tê gotin herî kêm 70 hezar kes însan hatine qetilkirin û bi deh hezaran kes jî hatine sirgûnkirin.    Yên ku xwestin xwe ji komkujiyê rizgar bikin û li şikeftan sitirîn jî bi gazên kîmyewî hatin kuştin. Zarokên keçik ji malbatên xwe bi darê zorê hatin veqetandin. Yek ji komkujiyên herî dijwar û hovane tê nasîn û di nav rûpelên dîrokê de cihê xwe girt.     DU KES RIZGAR DIBIN    Tevî ku 84 sal di ser komkujiyê de derbas bûye jî hêj birînên Dersimê nehatine kewandin. Hidir Çîçek jî yek ji wan kesan e ku di dema komkujiyê de 80 kes ji malbata wî hatine qetilkirin. Çîçek ê li mezreya Gevrek a li herêma Kûtûdereya Dersimê dijî got ji komkujiyê tenê bavê wî Kamer Çîçek û xizmek wî filitîne.    LI BER SALIXDANINÊN BAVÊ XWE MEZIN BÛYE   Çîçek da zanîn ku ew li ber salixdanên bavê xwe yên derbarê komkujiyê de mezin bûye û lîderên eşîretên nêzî dewletê di wê serdemê de extiyar, jin û zarokan kom kirine û radestî leşkeran kirine. Çîçek anî ziman ku ev kesên hatine komkirin çend roj şûn de li herêma Pax û Marçikê bi komî hatine kuştin û xelkê mayî jî xwe li çiyayan dikişînin û bavê wî û xizmek wî piştî bi salan li şikeftan dimînin bi yasaya efûyê re sax dimînin.    ÎNSAN KOM BI KOM DIHATIN ŞEWITANDIN    Çîçek behsa serpêhatiyên ku bavê wî jê re vegotiye kir û got bavê wî jê re gotiye li şikefta Laçê yên hatine qetilkirin gazê li ser wan reşandine û kom bi kom şewitandine û ew cenaze nayê zanîn aydê kî ne. Çîçek got dema bavê wî her kêliya qala serpêhatiyên komkujiyê dikir digiriya û hovîtiyek bi serê xelkê Dersimê de anîne.    SERPÊHATIYAN TOMAR KIRIYE    Çîçek da zanîn ku wî tenê ne ji bavê xwe guhdariya serpêhatiyên komkujiyê kiriye û heta îro belkî herî kêm bi sed kesên şahidiya komkujiyê kirine re axivî ye, tomar kiriye û di nav van kesan de yên wê demê milîsiyê kirine, teslîm bûne, li ber xwe dane û birîndar bûne hebûn.      ‘BILA RASTÎ DERKEVIN HOLÊ’    Çîçek destnîşan kir ku ew ji tiştên li Dersimê qewimî ne re wek komkujiyê pênase dikin û zar û zêç tev hatine tunekirin û heta ew hebin wê vê yekê wek komkujiyê jî binirxînin. Çîçek anî ziman ku li tu devera dinyayê hovîtiyek wiha neqewimiye û got: “Em dixwazin destpêka komkujiyê were deşîfrekirin. Em ne li pey tohildanê ne. Rastiyên dîrokî hemû divê derkevin holê. Em dixwazin dewlet bi komkujiyê re rûbirû bimîne û vê komkujiyê qebûl bike.”