Li Wanê bi pileya 3.8 erd hejiya 2021-05-06 12:27:45   WAN - Bi pileya 3.8 li Taxa Guvencelî ya navçeya Tûşbayê erdhej çêbû.    Li gorî daneyên Çavdêrxaneya Kandîlliyê, erdhejeke ku navênda wê Taxa Guvencelî ya navçeya Tûşba ya Wanê, 5 kîlometre dibinê erdê de, bi pileya 3.8 erdhej pêk hat. Erdhej li navênda bajêr û navçeya Tûşbayê hat hîskirin.