Di 17 salan de 53 hezar û 784 kesan întîhar kiriye 2021-05-06 13:49:41   ENQERE - Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû ji bo pêşîlêgirtina întîharan xwest Meclîs lêkolînê bike û got di 17 salên dawî yên serdama AKP’ê de 53 hezar û 784 kesan întîhar kiriye.    Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû ji bo bûyerên întîharên neqewimin û tevdîrên aborî yên her tim werin girtin ji Meclîsê xwest lêkolîn were kirin. Tanrikûlû pêşniyaza lêkolînê da Serokatiya Meclîsê û xwest demildest îstatîkên întîharên serdema AKP’ê werin eşkerekirin. Tanrikûlû destnîşan kir ku bûyerên întîharê yên herî zêde li Stenbolê diqewimin û di serdemên hikumetên AKP’ê de ev întîhar ji nedîtî ve tên. Tanrikûlû anî ziman ku di navbera salên 2002’yan û 2019’an yên serdema AKP’ê de 53 hezar û 784 kesan întîhar kiriye.