'Em ê li dijî hiqûqa ku serdestan diparêze bêdeng nemînin' 2021-05-06 14:15:01   RIHA - Malbata Şenyaşar ku bi daxwaza "edaletê" çalakiya xwe didomîne îro jî vê peyamê belav kir: “Em ê li dijî hiqûqa ku serdestan diparêze bêdeng nebin. Ev serdestî ne mayînde ye.”   Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Emîne û Ferît Şenyaşar 59 roj li pey xwe hişt. Malbata Şenyaşar a ku sê ferdên mala wan ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, ji ber qedexeya pandemiyê çalakiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomînin.    ‘SERDESTÎ NE MAYÎNDE YE’   Malbata Şenyaşar, derbarê çalakiya ku kete roja 59’emîn de li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ev peyam parve kir: “Em ê li dijî hiqûqa ku serdestan diparêze bêdeng nebin. Ev serdestî ne mayînde ye. Em ji bo piştevaniya şandeya ÎHD’ê ku Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD’ê, rêveberên ÎHD’ê yên Mêrsîn, Amed, Dîlok û Rihayê jî di nav de pêk dihat spas dikin.”