Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Mexmûr û Lavrioyê: Heya serkeftinê têkoşin 2021-05-07 09:04:46 STENBOL - Çalakgerên greva birçîbûnê yên li kampa Mexmûr û Lavrioyê, destnîşan kirin ku şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dê rê li ber azadiya gelan veke. Çalakgeran bilêv kir ku heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya wan bidome.  Li Tirkiyeyê çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin, di roja 162'yan de didomin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kampa Mexmûrê di roja 141'ê û ya li Kampa Lavrio ya Yûnanîstanê jî di roja 124'an de didome.    Çalakgerên kampa Lavrio û Mexmûrê, derbarê tecrîdê de axivîn.    XALA HESAS    Berîvan Karakoyûn ku li Kampa Lavrioyê di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li seranserê girtîgehan belav bûye û bandoreke mezin li gelên herêmê dike. Karakoyûn, bilêv kir ku gelê kurd êdî tamûl nake, ji lewra Ocalan xala hesas a gelê kurd e.    Karakoyûn, destnîşan kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurd her diçe Tirkiyeyê ber bi nav krîzeke hîn kûrtir ve dibe. Karakoyûn, ji bo çareserî û demokrasiyê îşaret bi Ocalan kir. Karakoyûn, bilêv kir ku armanca çalakiya wan tenê ne bidawîkirina tecrîdê, ji bo azadiya Ocalan jî.    Karakoyûn, diyar kir ku îqtidar ji Ocalan ditirse û got: "Heger Birêz Ocalan azad bibe dê gel bibin yek, dê pergala konfederalîzmê pêk bê û dê textê dagirkeran biheje. Ji ber ku tirsa wan ev e, tecrîdê û şer kûrtir dikin." Karakoyûn, anî ziman ku roj bê belkî kurdekî ku ji bo aştiyê bi wan re rûnê nebînin û got: "Berî ku rewş bigihê vê astê bila bi rêberê gelê kurd re rûnên. Kurd, êdî xwedî nasname ne. Di her warî de xwedî destkeftî ne. Lewma bila kes hesabê tunekirina kurdan neke. Kurd, heya ku rêberê wan azad bibe dê li ser pêyan bin."    HÊRSA KURDAN    Kamûran Kabûl jî ku li Kampa Mexmûrê di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku israra neçareserkirina pirsgirêka kurd Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ber bi krîzên hîn kûrtir ve dibe. Kabûl, anî ziman ku ji bo tecrîda li ser Ocalan û girtiyên siyasî bi dawî bibe, di greva birçîbûnê de ne. Kabûl, diyar kir ku ji ber ku mafên qanûnî yên kurdan esas nayên girtin, kurd pir bihêrs in û ev yek dibe cihê bertekên mezin.    Kabûl, bilêv kir ku AKP dijminê hemû tiştên kurda ye û bi kûrkirina tecrîda di şexsê Ocalan de, dixwaze kurdan tune bike. Kabûl, diyar kir ku felsefe û paradîgmaya Ocalan gelan dike yek û ji ber vê jî polîtîkayên tecrîdê û şer tên kûrkirin.    TECRÎD BIQEDE DÊ AŞTÎ BÊ   Kabûl, anî ziman ku AKP ji bo îqtidara xwe bidomîne, polîtîkayên tecrîdê û şer dixe dewrê, lê heger tecrîd bi dawî bibe dê bêhna gelan derkeve. Kabûl, diyar kir ku dê krîzên li Tirkiyeyê û herêmê bi hevdîtinên bi Ocalan re bên çareserkirin.    Kabûl, di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya wan bidome.    MA / Îdrîs Sayilgan