Beştaş: Dixwazin civakek bê Destûra Bingehin ava bikin 2021-05-07 10:23:10   ENQERE - Endama Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclîsê ya HDP'ê Meral Daniş Beştaş, têkildarî daxuyaniya Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ya "Destûra Bingehîn" nirxandin kir û got: "Tu encama vê peyvê tune ye. Îktîdar dixwaze li Tirkiyeyê civakek bê destûr ava bike. Ku Destûra Bingehîn a demokratîk bê avakirin, divê bi civakê re bê avakirin. Divê civak  bi xwe destûra xwe ava bike."    Serokomarê AKP'î yê Tirtkiyeyê Tayyip Erdogan di civîna koma xwe ya 10'ê sibatê de gotibû "Werin em bi hevre der barê Destûra Bingehîn de daxwazên xwe bikin. Em dest bi niqaşan bikin. Vê yekê niqaşên destûra bingehîn xist rojevê. Pişti demek kin Serokê Gişti ye MHP'ê Devlet Bahçelî bi 100 xalên nû daxwaza "Destûra Bingehîn a Nû" kir.    Daxwaza Bahçelî ya Destûra Bingehîn ku pêşkêşî Erdogan û AKP’ê bike, ji 4 beşan pêk tê. Bahçelî xwest Dadgeha Bilind û Dîwana Mezin ji Statuya Dadgeha Destûra Bingehîn bê derxistin. Der barê darazê de guhertinên nû bê nçêkirin. Der barê hilbijartina Serokomar û cîgirê wî de guhertin bên kirin. AKP'ê erêni bersîv da vê daxwaza Bahçelî. Eniya Muxalif jî li dijî vê daxwazê derket.    Li gorî pergala nû ji bo guhertina Destûra Bingehîn divê 400 wekil erê bikin. Ji bo Destura Bingehîn bibin referandumê divê 360 wekîl erê bikin. Lê hêjmara wekîlên AKP-MHP'ê têra vê yekê nake. Niha muxalefet piştgiriyê nade vê daxwaza îqtîdarê. Têkildarî daxwaza Destûra Bingehîn a îqtîdarê Endama komîsyona Destûra Bingehînn a Meclîsê ya HDP'ê Meral Daniş Beştaş, nirxandin kir.    'CIVAK DESTÛRA XWE YA BINGEHÎN SAZ DIKE   Beştaş, anî ziman ku Destûra Bingehîn peymana civakî ye û wiha got: "Ji ber vê yekê divê civak bi xwe destûrên xwe ava bikin. Niha du partiyên îqtîdarê dibêjin 'Me taslaka xwe çêkir. Em destûra bingehîn ava dikin' Ev li dijî pîvanên avakirina destûra bingehîn e. Di mînakên cîhanê de ev yek nayê qebûlkirin."    Beştaş, têkildarî armanc û sedema daxwaza AKP-MHP’ê ya 'Destûra Bingehîn a Nû' jî aşivî û wiha  got: "Heta niha pergala hikûmeta Serokomarî bi rêve naçe. Bûye rejîma yek zilamî. Bi lez û bez ber bi pergala totaliteriye ve diçe. Bi vê yekê dixwazin li Tirkiyeyê civakek bê destûr ava bikin. Bahçelî peyamê dide Erdogan. Bahçelî daxwaza xwe nivîsandiye. Lê heta niha hûrguliyê nivîsê nehatiye parvekirin. Hin beş parve kirin. Bi vê yekê peyama  'hûn bi tenê nikarin destûra bingehîn çêkin' dide şirîkê xwe. Dema em li tabloya siyaseta wan dinerin xuya ye ku dê li hev nekin. Dixwazin cîgirê Serokomar bi pergala hilbijartinê hilbijêrin. Xuya ye ku bi hevre bazariyê dikin."    'DESTÛR WISA NAYÊ AVAKIRIN'     Beştaş, herî dawî bibîr xist ku Bahçelî bi vê gotin û daxwaza xwe ya "Destûra Bingehîn a Nû" dixwaze rojevê biguherîne û wiha bi dawî kir: "Ew qas pirsgirêkên mezin ên Tirkiyeyê hene. Her roj 300-350 mirov bi corona dimirin. Tundi derket asta herî jor. Em wekî HDP'ê her tim pêşniyar dikin ku destûra bingehînn bi awayeki demokratîk ku hemû beşên civakê xwe di navde bibinin be sazkirin. Niha destûra bingehîn a darbeyê di meriyetê de ye. Em pêşniyar dikin ku Destûra Bingehîn a demokratîk bi civakê re bê avkirin. Divê hemû beşên civakê yên Tirkiye xwe di navde bibînin û mafê wan bi vê zagonê bê parastin. Destûra bingehîn wekî ku ew dixwazin nayê avakirin. Divê mafên mirovan, mafê civakê û mafê hemû kesan biparêze û mîsoger bikin."    MA / Dîren Yurtsever