Malbata Şenyaşar: Pê nayê bawerkirin, lê raste 2021-05-07 15:07:05 RIHA - Malbata Şenyaşar a du mehin çalakiya xwe ya bi daxwaza “Edaletê” dewam dike, wiha got: “Di ser bûyerê re 3 sal derbas bûn. Lê hîna lêpirsîn tuneye, pê nayê bawerkirin, lê raste.”   Dayika Emîne Şenyaşar a di sala 2018’an de, hevjîn û du kurên wê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi kurê xwe Ferîd Şenyaşar re di 9’ê Adarê de, bi daxwaza “Edaletê” li ber Edliya Rihayê dest bi çalakiya nobetê kiribûn. Çalakiya malbatê 2 mehên xwe tije kir.   Dayik û kurê xwe, ji ber qedexeya derketina kolanan çalakiya xwe, ji 30’ê Nîsanê ve li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê dewam dikin.   Malbata Şenyaşar, di roja 60’emîn a çalakiya xwe de, li ser hesabên xwe yên civakî, parvekirinek bal kir. Malbatê di vê parvekirina xwe de, bal kişand ser madeya 2’yemîn a Qanûna Bingehîn û daxwaza xwe ya edaletê nû kir.   Malbatê di peyama parvekir de wiha got: “Bavek ji bo ku zarokên xwe bibîne diçe nexweşxaneyê. Bav bi zarokên xwe re di nava nexweşxaneyê de bi lînçê tên qetilkirin. Di ser bûyerê re 3 sal derbas bûn. Lê hîna lêpirsîn tuneye, pê nayê bawerkirin, lê raste. Madde 2. KOMARA TIRKIYEYÊ DEWLETA HIQÛQÊ YE!”