Ev wêne xizaniya li Tirkiyeyê nîşan dide 2021-05-07 15:18:39   AMED - Xizaniya welatiyan li Tirkiyeyê bi her awayî xwe nîşan dide. Dayik û 4 zarokên xwe ya li kolanên Amedê di rojên qedexeya derketina derve de karton û naylonan ji ser sergoyan kom dike rewşa Tirkiyeyê ya aborî nîşan dide.    Di van rojên ku li tevahiya Tirkiye qedexeya derketina kolanan didome de, malbatên xizan, ji bo debara xwe bikin,  beyî guh bidin qedexeyan neçar dimimîn ku karê zevî, înşaet û tekstîlan bikin. Hin malbat jî tevî zarokên xwe li ser sergo karton û naylonan kom dikin. Dayikek, li Navçeya Rezan a Amedê tevî 4 zarokên xwe kartonan kom dikin û debara xwe dikin. Dîmen û wêneyê dayik û zarokên wê yê ji ser sergo karton û naylonan kom dike qeyrana aborî ya li Tirkiye û malbatan radixe pêş çavan. Li gel ku bi armanca tedbîrên li pêş şewba vîrûsa Covît-19 17 roj qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin jî ji ber alîkariya aborî bi malbatê xizan re nayê kirin, malbat neçar in ji bo debarê kar bikin.    Li kolanên Amedê bi sedan welatî ji bo debara xwe bikin bêyî li qedexeyan guhdar bikin neçar in ji ser sergo karton û plastikan kom bikin.