Başlangiç: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin 2021-05-08 09:01:06 STENBOL – Rojnamevan Celal Başlangiç diyar kir ku neçareserkirin pirsgirêka kurd û operasyonên dersînorî her ku diçe Tirkiyê ber bi çiravê ve dibe û got: “Hulusî Akar dibêje ‘Helîkopter nikare tekere xwe deyne erdê’. Ev pirsgirêk bi danîna tekere helîkopterê nayê çareserkirin.”  Rojnamevanê xwedî ezmûn ango xwedî tecrûbe Celal Başlangiç neçareserkirina pirsgirêka kur û operasyonên dersînor ên Tirkiyê ji ajansa me re nirxand.    TUNDÎ ZÊDE BÛ    Başlangiç diyar kir ku ji sala 1980’î vir ve pirsgirêka kurd bûye rastiya Tirkiyê û her ku îqtidaran xwest vê pirsgirêkê bi rêbazên leşkerî û tundiyê çareser bike, lê pirsgirêk kûrtir bû. Başlangiç da zanîn ku piştî têkoşîna gelê kurd a salên 80’î û 90’î pirsgirêk kurd hat wê astê ku kes nikaribû veşÂere, êdî hêdî hêdî gotin “kurd hene” û valakirina gundan, bûyerên faîlê wan meçhul û windakirinên di binçavan jî bîr xist û dewletê tundiya xwe zêde kir lê nikaribû encamê bigire.    TÊKÇÛN    Başlangiç destnîşan kir ku hêj dewlet li pey wê yekê ye ku bi tundiyê çareser bike lê belê bi vê polîtîkayê Tirkiyê ber bi rêyek nikare jê derkeve biriye û got: “Di vê pêvajoyê de tenê aborî têk neçû. Me însanên xwe winda kirin. Gund hatin şewitandin. Bajar guherandin. Zemîna sosyolojîk a bajaran hat guhertin. Hem têkçûne aborî hem jî têkçûnek sosyolojîk qewimî. Di heman demê de rê li ber pêla nijadperestiyê kum ezin bibe vekir.”    ‘YÊN ÇARESER NEKE TÊK DIÇE'    Başlangiç anî ziman ku îqtidarên heta niha pirsgirêka kurd çareser nekirin tarûmar bûn û çûn û ev yak nîşanî wan dide êdî kes ango îqtidarên li Tirkiyê vê pirsgirêkê çareser neke têk diçe. Başlangiç destnîşan kir ku pirsgirêka kurd bi geşedanên li Rojavayê Kurdistanê re li qada navnetewî belav bû û got: “Êdî Tirkiye nikare bi tena serê xwe vê pirsgirêkê çareser bike. Pirsgirêk hat wê merheleyê ku divê êdî li qada navnetewî çareser bibe.”    ‘EV PIRSGIRÊK BI OPERASYONÊN DERSÎNORÎ NAYÊ ÇARESERKIRIN'    Başlangiç destnîşan kir ku Tirkiyê li şûna aştî û çareseriyê li dersînoran şer gûr kir û hêj ev şer didome û wiha got: “Dewlet li Sûriyê û Iraqê li dijî kurdan û PKK’ê di nava şer de ye. Ji roja ku PKK’ê guleya ewil teqandiye ve, ez wek rojnamevanek vê pêvajoyê dişopînim. Ji wê rojê heta îro operasyonên dersînor qet neqediyan. Dewlet her car bi rêxistinek ku hin bêtir xurt dibû re rûbirû ma. Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînorî nayê çareserkirin. Pirsgirêk bi bombebarankirina gelî û çiyayan û bajaran, bombebarankirina welatên cîran nayê çareserkirin. Tirkiye her ku diçe ber bi çiravê ve diçe. Em vê yekê pir eşkere dibînin. Herî dawî rezalet û fiyaskoya Garê li holê ye. Niha jî îqtidar ango dewlet rabûye li Zapê, Avaşîn û Metînayê operasyonê li dar dixe. Hulusî Akar dibêje ‘Helîkopter nikare tekerên xwe deynin erdê’. Ev pirsgirêk bi danîna tekerê helîkopterê nayê çareserkirin. Ev pirsgirêk dikare bi fikr û ramanê nirxên aştî û demokratîk û welatîbûna wekhev were çareserkirin.”    'ÇARESERÎ BÊ OCALAN NABE'    Başlangiç anî ziman ku navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd û aktorê girîng Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Çareseriyek gengaz bi rûniştin û hevdîtina li gel Ocalan mimkin e. Dewlet pir xwest bêyî Ocalan her tiştî li gorî xwe çareser bike lê ev hewldan bêencam man. Wê ji niha şûn ve jî encamê negire. Heke Tirkiye li aştiyek rasteqîn digere , lazim e hurmetê nîşanî kurdan bide û pêdiviya dewletê pê heye ku aktorên siyaseta kurd guhdar bike. Ji bilî vê çareseriyek din ne pêkan e û rêyek din a çareseriyê jî nîne.”     MA / Îdrîs Sayilgan