Malbata Şenyaşar: Roj roja piştevaniyê ye 2021-05-08 12:35:59 RIHA - Malbata Şenyaşar  ku çalakiya xwe ya bi daxwaza “Edaletê” didomîne, diyar kir ku ji bo herkesî edaletê dixwazin û banga piştevaniyê kir.    Emîne Şenyaşar a di encama êrîşa parazvan û xizmên Parlementerê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjînê xwe û du kurên xwe winda kirin û kurê wê yê di êrîşêde bi birîndarî xelas bûbû Ferît Şenyaşar bi daxwaza berpirsyar bên darizandin li pêş Edliyeya Rihayê “Nobeta Edaletê” dan destpêkirin, di roja 61’emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar, ji ber qedexeya derketina derve ji 30’ê Nîsanê ve çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne.    Malbata Şenyaşar, di roja 61’emîn a di çalakiya xwe de li ser hesaba xwe ya Twîtterê hesabên Misra Oz a piştî di qezaya trenê ya Çorlûyê de hevjîn û kurê xwe winda kirin têkoşîna edaletê dide, Rabîa Naz Vatan a bi awayekî mirî li pêş mala xwe ya navçeya Eynesîl a Gîresûnê hat dîtin, Xwendekarê zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz ê 19 salî ku di dema berxwedana Parka Geziyê ya Taksîmê de li Eskîşehîrê hat kuştin, Nadîra Kadîrova ya Ozbekî ku di 23’yê Îlona 2019’an de li mala parlementerê Stenbolê yê AKP’î Şîrîn Unal bi awayekî bi guman mirî hatibû dîtin û malbata Îzol ku di êrîşa kur û birayên parlementerê AKP’ê yê berê Zulfukar Îzol de xizmên xwe windakirin etiket kirin û parve kir.    ‘JI BO HERKESÊ EDALET’   Peyama hat parvekirin jî wiha ye: “#JiBoMalbataSenyaşarEdalet em ji bo her kesên wekî me hatine mexdûrkirin û têkoşîna maf didin ên weke @Misra_oz, @RabiaNaz @AliİsmailKorkmaz, @Kadirova @İzolailesi û kesên ku em nikarin navên wan bihejmêrin re EDALETÊ dixwazin. Roj roja piştevaniyê ye…”