Ji Serdozgeriya Xarpêtê daxuyaniya rojnameger Kaharman 2021-05-08 14:24:30    XARPÊT – Di vê pêvajoya ku li ser mirina rojnameger Yeldana Kaharman nîqaş didomin de ji Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê, têkildarî mijarê daxuyanî da û biryara xwe ya beriya niha derbarê bûyerê de dabû parast.    Serokê Rêxistina Sûc a Organîzekirî Sedat Peker ku beriya demekê ji Tirkiyeyê veqetiyabû, derbarê rojnameger Yelda Kaharman ku di 28’ê adara 2019’an de rojek piştî ku çûbû mala Parlamenterê AKP’ê Tolga Agar bi awayekî guman mirî hatibû dîtin de axivî. Peker, bavê parlamenter Agar Wezîrê berê yê Karên Hundir Mehmet Agar ji mirina Kaharman berpirsyar girt. Di vê pêvajoya ku van daxuyan Peker tên nîqaşkirin de Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê, têkildarî mijarê daxuyanî da.   Serdozgerî, biryara xwe ya beriya niha derbarê bûyerê de dabû parast û angaşt kir ku rojnamegera kazakaistanî Kaharman xwe xwe darvekiriye û nehatiye tespîtkirin ku kî alîkariya wê kiriye û wê teşfîqê darvekirinê kiriye.     ÇI BÛBÛ?   Di 28’ê adara 2019’an de Yeldana Kaharman (21) ku di pola duyemîn a Faqulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Firatê de dixwend û pêşkêşvaniya televîzyoneke herêmî ya Xarpêtê dikir, li mala xwe mirî hatibû dîtin. Li laşê Kaharman şop nehatibûn tespîtkirin û hatibû angaştkirin ku întihar kiriye. Tê gotin ku beriya mirina wê tecawizî Kaharman hatiye kirin. Parlamenterê AKP’ê Tolga Agar bavê xwe Mehmet Agar ji tecawiz û întiharkirina Kaharman tên sûcdarkirin.