Di ‘Rûniştina F’ de xwest girtiyê nexweş Kurt bê berdan 2021-05-08 15:01:16 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan, di çalakiya “Rûniştina F” a vê heftê de, xwest ku girtiyê nexweş ê nikare bimeşe Ferîdûn Kurt serbest bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte ji bo bal kişandina ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, di hefteya 476’emîn de, ji ber pandemiyê bi awayekî online li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xist. Komîsyonê di çalakiya xwe ya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê dime û nikare bimeşe Ferîdûn Kurt.   Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Mehmet Acettîn, di daxuyaniya da de wiha axivî: “Di girtîgehên Tirkiyeyê de, pandemî bi awayekê giran pêş dikeve. Xizmên tenduristiyê rast nayin bi rêve birin. Bi pêkanîn şaş û kêm, rê li ber mirinan vedikin. Di vê pêvajoyê de kiryarên keyfî û xespên mafan pir zêde bûn. Ev hem bi tecrîda heyî re girêdayî ne.”   NIKARE BIMEŞE   Acettîn, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ferîdûn Kurt û wiha got: “Kurt 26 salin girtiye û tu caran nehatiye derman kirin. Kurd dema tê binçavkirin, îşkenceyên giran lê tên kirin. Ji ber van îşkenceyan seqet dimîne. Niha gelek nexweşiyên Kurt hene. Her ku diçe nexweşiyên wî giran dibin. Daxwaza taloqkirina cezayê wî jî, her tim ji aliyê dozger ve tê redkirin. Divê Kurt bê emeliyatkirin. Lê tenê derman didinê. Di şert û mercên girtîgehê de, nexweşiyên wî pir zû giran dibin. Êdî nikare bimeşe.”   Acettîn, ji bo girtiyên nexweş banga hestiyariyê kir û wiha got: “Divê bi lezgînî bergirî bên girtin û girtiyên nexweş bên berdan.”