Li Girtîgeha Tarsûsê gefa şewbê 2021-05-08 16:25:03   MÊRDÎN – Hat ragihandin ku li Girtîha Jinan a Tarsûsê, belavbûna vîrûsa koronaye di nav girtiyan de zêde bûye.    Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û piştre hatibû girtin, bi rêya malbata xwe ragihand ku li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê ya Mersînê, belavbûna vîrûsa koronayê di nav girtiyan de zêde bûye.    Esmez, da zanîn ku vîrûs li tevahiya qawişên girtiyên edlî belav bûye û e agahî dan: “Her ku diçe hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê zêde dibin. Gef li ser qawişên girtiyên siyasî jî heye. Gardiyan û girtiyên k udi wargehên kar ên girtîgehê de dixebitin têkiliyê wan bi derve re hene. Pêwîstî heye ku girtîgeh bergiriyên xwe zêde bike.”   Her wiha Esmez, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û got ku girtî bi bîryar in heta tecrîd bi dawî bibe çalakiya xwe bidomînin.