Bi hinceta 'rojiya mirinê' ceza li girtî birîn 2021-05-09 09:01:25   ENQERE - Zekî Kayar ku cezayê muebedê lê hatiye birîn, ji ber ku ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger, cezayê dîsîplînê lê hat birîn. Lê cezayê dîsîplînê bi bi sûcê "greva rojiya mirinê" li Kayar hatiye birîn.    Li Girtîgeha Bandirmayê ya Jimare 1 a Tîpa T'yê bi hinceta ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger cezayê dîsîplînê li girtî Zekî Kayar hat birîn. Lê cezayê dîsîplînê bi hinceta "greva rojiya mirinê" li Kayar hatiye birîn.    Kayarê ku cezayê muebedê lê hatiye birîn di 8'ê Sibata 2021'ê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger û 5 rojan di grevê de maye.    Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Girtîgeha Bandirmayê ya Jimare 1 a Tîpa T'yê ji ber ketiye greva birçîbûnê "mehek cezayê qedexekirina çalakiyan (çalakiyên sporê) li Kayar birî.    ÎTIRAZ HAT REDKIRIN   Kayar, serî li Dadgeha Cezayê Giran a Bandirmayê da û îtiraz kir. Dadgehê îtiraza Kayar red kir. Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku çendî ku di biryarê de bi şaşî "greva rojiya mirinê" hatibe nivîsandin jî, tu hinceteke ku cezayê navbirî betal bike tune ye.