Girtî bi kirareke îdarî cara dudoyan tên cezakirin 2021-05-09 09:02:49   WAN - Endamê OHD'î Erhan Çîftçîler ku rewşa girtiyên bi hinceta "ne li gor rewşa baş e" nayên berdan nirxand, destnîşan kir ku tişta tê kirin ne hiqûqî ye û mirov bi karekî îdarî cara dudoyan tên cezakirin.    Di "Qanûna Înfazê ya Derbarê Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê de" hin guherîn hatibûn kirin û di 1'ê Çileyê de ketibû meriyetê. Ji ber van guherînan girtiyên cezayên wan qediyane nayên berdan. Komîsyonên girtîgehan bi hinceta "ne li gor rewşa baş e" girtiyan bernadin û girtî jî mecbûrî heya ku ceza neqede nayên berdan.    Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê Parêzer Erhan Çîftçîler, destnîşan kir ku tiştên tên kirin ne hiqûqî ne û rê li ber aloziyekê vekirine.    ASTENGÎ     Çîftçîler, destnîşan kir ku gava ev qanûn bûye rojev îqtidar guh li rexneyan nekiriye û got: "Bi guherîna di xala 89'an a Qanûna Înfazê de ji bo berdana kes şertê 'rewşa baş' hatiye danîn. Pêşî heyeteke ku ji wekîlekî Serdozgerê Komarê an jî dozgeriyekê, bi kesekî ji Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Civakê û kesekî ji îdareya girtîgehê pêk tê, di çaçroveya pîvanine ne şênber de fikra xwe ji Dadgeriya Înfazê re dibêje û dadgerî jî di vê çaçroveyê de bi hinceta şertê berdanê nahewîne kes bernade. Ev krîter hin jê şênber hin jê jî razber in. Hincetên razber ên wekî kes dev ji rêxistinê berdaye yan na derpêş dikin. Lê ne mimkun e ku li girtîgehê rêxistinek hebe. Li girtîgehê her kes girtî ye."    DIJÎ QANÛNA BINGEHÎN E    Çîftçîler, destnîşan kir ku tişta tê kirin dibe ku qanûnî be, lê ne hiqûqî ye, ji lew re ya tê kirin ne hiqûqî ye, kiryareke îdarî ye. Çîftçîler, destnîşan kir ku divê kes bi kiryareke îdarî neyê cezakirin û ya tê kirin ne qanûneke înfazê ye, rêbazeke cezakirinê ye.    Çîftçîler, anî ziman ku kes bi vî awayî du caran tên cezakirin û got: "Ji lew re ya tê kirin ne hiqûqî ye, kiryareke îdarî ye. Divê tu kes bi kiryarên wisa neyê cezakirin."