Pîvaz li nav erd riziyan 2021-05-09 09:03:19   EDENE - Li Edeneyê pîvazên hatin çandin li nav erd riziyan. Serokê ZMO'ya Edeneyê Feyzûllah Korkût, destnîşan kir ku pêdivî bi polîtîkayeke hilberandinê ya plankirî heye.    Li Tirkiyeyê salê li dor 2 milyon û 200 hezar ton pîvaz tên hilberandin. Ji van pîvazan milyon û 800 ton li piyaseya navxweyî tên firotin û yên mayî jî tên îxracatkirin. Îsal li herêma Çûkûrovayê 36 hezar dekar pîvaz hatiye çandin. Lê belê ji ber şert û mercên pandemiyê û qedexeyên tên danîn hema bibêje hemû pîvaz li nav erdan man û dirizin.    Hilberîner tevî heqê karkeran serê dekarê 5 hezar TL mesref kirine, lê belê niha kîloya pîvazan bi 40 qurîşî jî nayê firotin. Ji ber vê pîvaz li nav erdan dirizin.    PAR WEKÎ ZÊR BÛ    Cotkar Adem Aslan, polîtîkayên çandiniyê yên hikûmetê rexne kirin. Aslan, da zanîn ku îsal 200 dekar pîvaz çandiye û pîvazên li nav erd nîşan da û got: "Lê biner, ne hewce ye meriv tiştekî bibêje. Ev dîmen her tiştî dibêjin."   Cotkar Mehmet Karaca jî ku got "Par pîvaz wekî zêr bûn, lê îsal li nav erd mane" anî ziman ku ji ber ku niha kes naxwaze, kîloya wan bi 40 qurîşî jî nayê firotin. Karaca got: "Min ji bo 60 dekarî tevî heqê karkeran 150 hezar TL mesref kir. Niha em heyr mane, em nizanin em ê çi bikin."    Vedat Kodaşmanê ku îsal 600 dekar pîvaz çandiye anî ziman ku ji ber qedexeyên dawî pîvazên wan di nav erd de mane. Kodaşman, polîtîkaya hikûmetê ya çandiniyê da ber rexneyan û destnîşan kir ku pîvaz û patatên li depoyan berhev kirin û belav kirin û bi polîtîkayên xwe yên neplankirî kirin ku cotkar çandiniyê nekin.    Kodaşman, xwest hikûmet aliyê cotkaran bike û polîtîkayeke çandiniyê ya plankirî pêk bîne.    HILBRÎNERAN JI HILBERÎNÊ DÛR DIXIN    Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) a Edeneyê Feyzûllah Korkût jî destnîşan kir ku ji ber ku polîtîkayeke çandiniyê ya plankirî tune ye, her sal heman pirsgirêk dubare dikin. Korkût, bilêv kir ku bi biryara "qedexeya ji binî de" di warê xeleka tedarikê de pirsgirêk rû dane.    Korkût, bal kişand ser bazarên semtê jî ku dê di navbera 8-15'ê Gulanê de vekirîbin û bilêv kir ku di vî warî de jî planeke baş tune ye. Korkût, diyar kir ku divê bazarên semtê jî bi awayekî kontrolkirî bên vekirin û got: "Heger hilberînerên di bin mesrefan de mane, nikaribin berên xwe bigihînin bazaran dê bin zirareke telafîkirina wê ne pêkan de bi temamî ji hilberîneriyê qut bibin. Dê biryarên rojane, hilberîneran ji hilberîniyê dûr bixin. Lewma pêdivî bi polîtîkayeke hilberînê ya plankirî heye."    MA / Hamdûllah Kesen