Di 15 saliya xwe de bi kesekî 45 salî re hat zewicandin: Pir zor bû 2021-05-09 09:03:39   WAN - Halîme Kahraman ku gava 15 salî bûye malbata wê, bi darê zorê wê bi kesekî 30 salan jê mezintir re zewicandiye, got: "Zarokên wî bi qasî min bûn. Ma min ê çi bikira. Pir zor bû. Bila jinên niha ne wisa bin, bila ji bo jiyana li gor dilê xwe li ber xwe bidin."    Yek ji mexdûra zewaca di temenekî biçûk de jî Halîme Kahraman e. Kahraman, gava 15 salî bûye malbata wê bi darê zorê wê bi kesekî 30 salan jê mezintir re zewicandiye. Kesê ku bi Kahramanê re zewiciye, Kahramanê kiriye hewî.    Kahramana ku niha 83 salî ye, behsa jiyana xwe ya berî "zewicandinê" û piştî wê kir.    DI 15 SALIYA WÊ DE, EW KIRIN 'HEWÎ'    Kahraman ku gava 15 salî bûye, bavê wê bi zorê ew daye zewicandin, wiha behsa wan rojan kir: "Hevjînê min bazirganî dikir. Ji ber vê hatiye gundê me û li cihekî çav bi min ketiye û ji bavê min pirsiye. Bavê min jî bêyî ku ji min bipirse, bi darê zorê ez zewicandim. Tu nîşan mîşan çênebû. Di cî de dawet kirin. Ma min ê çi bikira? Ji zewaca wî ya ewil zarokên wî yên bi qasî min hebûn. Beriya dawetê gotin, zewicandiye. Min nizanibû ez ê çi bikim. Ji bo min tiştekî pir zor bû."    DI 17 SALIYA XWE DE BÛ DÊ    Kahraman, bilêv kir ku piştî hatiye zewicandin bi demekê kesê pê re hatiye zewicandin tahde lê kiriye û paşê ev tahde veguheriye tahdeyeke sîstematîk. Kahraman ku di 17 saliya xwe de bûye dayik got: "Her roj li min dixist. Beleheq û belesebeb li min dixist. 10 zarokên min çêbûn. Min bi zor û zehmetî ew mezin kirin. Zarokên min mezin bûn. Lê belê tahdeya wî dewam dikir. Gava zarokan dipirsî, 'tu çima li dêya me dixî?', tiştek jî nedigot. Ji lew re dizanibû neheq e. Tahde li hevjîna xwe ya ewil jî dikir. Ma jê re baş bûna, radibû cara dudoyan dizewicî û neheqî lê dikir?"    BANGAWAZΠ   Kahraman, anî ziman ku piştî ku hevjînê wê û gundiyan şer kiriye, di sala 1990'î de hatine navenda Wanê û li vê derê jî tahdeya wî dewam kiriye. Kahraman ku 26 sal berê hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye û niha tevî zarokên xwe li Wanê dimîne got: "Heger niha bûya, qethiyen min ê nehişta min di wî temenî de bizewicînin. Şertên niha li gor ên berê baş in. Bang li dê û bavan dikim; zarokên xwe di temenekî biçûk de nezewicînin. Çi heqê dê û bavê min hebû ku rabûn min bi kesekî 45 salî û zewicandî re zewicandin? Bila jinên niha ne wisa bin, bila ji bo jiyana li gor dilê xwe li ber xwe bidin."