Nameya HDP’ê nedan Gergerlîoglû 2021-05-09 13:04:04   ENQERE - Nameya ku HDP’ê ji Omer Farûk Gergerlîoglû şand, bi hinceta nûçeyên derbarê wî “bifikarin” nehat dayîn.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji Omer Farûk Gergerlîoglû yê ku piştî wekîltiya wî hat betalkirin, girtin û dûre şandibûn Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê re nameyek şand, lê rêveberiya girtîgehê name ne da Gergerlîoglû.    Kurê Gergerlîoglû Salih Gergerlîoglû ji Ajnasa Nûçeyan a Firat (ANF) re axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li dijî bavê xwe. Salih Gergerlîoglû, diyar kir ku bi nameyê re kaxizên nûçeyên derbarê bavê wî de, derketin jê re şandine, lê name û ev nûçe bi hinceta “bifikarin” ji bo bavê wî nehatine dayîn.