Eskeran îşkence li penaberan kirin 2021-05-09 15:19:58 WAN - Eskeran îşkence li penaberên xwestin ji Îranê derbasî Wanê bibin kirin.    Hat diyar kirin ku 5 penaberên Afgan ên xwestin ji Îranê, derbasî Wanê bibin aliyê eskeran ve hatin binçavkirin. Hat zanîn ku eskeran îşkence li penaberan kiriye. Li gorî agahiyan, penaber di 5’ê Gulanê de, penaber dema ku çoltera bajarê Xoy a Îranê derbasî Wanê dibin, ji aliyê eskeran ve tên binçavkirin. Eskerên ku îşkenceyê bi penaberan dikin, piştî demekê cardin paşve dişînin Îranê.   Di wêne û dîmenên îşkenceya eskeran a gehiştin ajansa me de, tê dîtin ku gelek cihên bedena penaberan şîn û reş bûne û bi amûrên birînê hatine birîndarkirin. Di heman demê de, tê bihîstin ku penaber dibêjin, “Eskerên Tirk ev îşkence li me kirine.”