Karkerek di bendavê de xeniqî 2021-05-09 16:04:37   AMED - Karkerê 31 salî Samet Bûlûn ê ji Amedê ku li Samsunê deriyê bendavê tamîr dikir, di avê werbû û xeniqî.    Li Navçeya Ayvacik a Samsûnê karkerê 31 salî Samet Bulun, dema li Bendava Suat Ugurlu deriyê bendavê tamîr dikir, di avê werbû û xeniqî. Piştî bûyerê yekîneyên rizgarkirinê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Samsûnê hatin lêgerîn kirin û cenazeyê Bulun ji bendavê derxistin. Cenazeyê Bulun ji bo otobsiyê şandin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Ayvacikê.