283 kesên din ji koronayê mirin 2021-05-09 21:19:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 283 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 hezar û 191 pêketiyên nû hatin tespîtkirin.   Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî ji ber koronayê de 283 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi daxilbûna 2 hezar û 102 nexweşên nû re 15 hezar û 191 pêketiyên nû hatin tespîtkirin. Bi daneyên îro re li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara miriyan derket 43 hezar û 29’an û hejmara pêketiyan jî derket 5 milyon 31 hezar û 332'yan.