Şêniyên Xaçortê: Bi avêtina bombeyên gazê me ceza dikin 2021-05-10 09:01:16   WAN - Polîsên ku li taxa Xaçortê ya Rêya Armûşê digerin, li gel ku bûyerek li taxê nîne jî hema bêje her êvar bombeyên gazê diavêjin kuçeyên taxê.    Şêniyên taxa Xaçortê ya bi ser navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ve ji ber bombeyên gazê ku polîs diavêjin taxa wan bi bertek in. Şêniyên taxê dibêjin bêyî ku bûyerek li taxê hebe dîsa bombeyên gazê tên bikaranîn û vê yekê wek “helwesta kêfî” şîrove kirin.    DIXWAZIN WAN CEZA BIKIN    Ji şêniyên taxê Ayten Sargil diyar kir ku ew nizanin çima bombeyên gazê tên bikaranîn û got: “Ji ber gazê em nikarin li malên xwe rûnên. Piştî fitarê gazê diavêjin. Bi salan e her êvar ev rewş berdewam dike. Em ê biçûna dozgeriyê gilî bikira lê ji ber edalet nîne em neçûn. Heq û edalet nîne. Nexweş ji ber vê gazê aciz dibin. Dixwazin bi vî awayî me ceza bikin. Ev zextek deruniye li ser me ferz dikin. Em vê qebûl nakin. Em ê serî li ber zilmê netewînin. Bi dehan car bi ser malan de digirin. Ev têrê nake dozan vedikin. Yên ku zarokan îstîsar dikin, jinan qetil dikin û tiryakê difiroşin jî serbest berdidin. Xaçortê çi kiriye ji we? Êdî bes e.”    HER ÊVAR…    Ji rûniştivanên taxê Yûsûf Bor jî destnîşan kir ku di saetên êvarê de ji ber gaza tê avêtin kes nikare ji malê derkeve û got: “Ev zilm e. Ne rojek û ne du roj… Her roj her êvar gazê diavêjin her alî û diçin. Ji ber edalet li Tirkiyê nîne vê yekê dikin. Li tu welatê cîhanê rewşek wiha nîne.”    NIKARE BÊHNÊ BIGIRE    Rûniştvana taxê jina bi navê Meryem a 85 salî ku nexweşîna bêhntengiyê pê re heye jî da zanîn ku ew ji ber bombeyên gazê aciz dibe û got: “Êdî nikarim li mala xwe jî bêhnê hildim. Me vî tiştî heq kiriye?”    ‘EM NAXWAZIN TAXA ME WERE JEHRÎKIRIN’    Mîthat Kaçak ê li heman taxê rûdinê jî bertek nîşanî avêtina bombeyên gazê da û got: “Bi hêceta ku zarok keviran diavêjin wan, van bombeyan diavêjin taxê. Ev ne rast e. Bi awayek kêfî gazê diavêjin ser me û me aciz dikin. Em naxwazin taxa me were jehrîkirin.”