Şertê ‘qawîşa serbixweyan’ danîn pêşiya berdana girtiyan 2021-05-10 09:02:59   COLEMÊRG - Tevî ku cezayê Selîm Polat ê 5 sal in girtî ye qediyaye jî bi hêceta ku “derbasî qawîşa serbixweyan nebûye” nayê berdan.    Di Rêziknameya Înfaza Cezayê de guhertin hat kirin. Ev guhertin di 1’ê çileya 2021’an de ketiye meriyete. Bi vê guhertinê re li gel ku cezayên girtiyên qediyane jî nayên berdan û tên astengkirin. Rêveberiyên girtîgehan komîsyona ku hatine avakirin bi hêceta rapora “halê baş” girtiyan bernadin. Vê carê jî şertê ku girtî divê biçin “qawîşên serbixweyan” danîn pêşiya girtiyan. Selîm Polat ê 5 sal in li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F a Wanê tê ragirtin cezayê wî di 21’ê sibata 2021’an de qediya ye û tevî vê yekê jî nayê berdan. Hat zanîn ku Polat bi hêceta “derbasî qawîşa serbixweyan” nebûye nayê berdan.    DIXWAZE KU HEVJÎNÊ WÊ WERE BERDAN    Zarîfe Polat diyar kir ku hevjînê wê 5 sal in bêhiqûqî di hefsê de ye û got: “Tevî ku delîlek jî li ser hevjînê min nebû, lê şandeya dadgehê bi îfadeyên şahidên veşartî wî da girtin. Ji ber pandemiyê em nikarin biçin hevdîtina wî. Ez bang li Wezareta Dadê dikim; em daxwaz dikin ku girtiyên siyasî werin berdan. Wexta ku Kovîd-19 dest pê kir tecawizkar, firoşkarên tiryakê û qatil hatin berdan. Lê girtiyên siyasî nehatin berdan. Zarok û malbatên girtiyên siyasî jî hene. Em dixwazin werin berdan û bigihîjin malbatên xwe.”