Leşkerê berê Yaylali: Armanca operasyonan tevahiya kurdan e 2021-05-10 09:03:38   ENQERE - Leşkerê berê Îbrahîm Yaylali diyar kir ku di armanca operasyonên leşkerî yên Tirkiyê de ku didomin tevahiya kurdan hene û got: “Gelekî dikin armanc û dixwazin guhertina nifûsê bikin.”    Operasyona leşkerî ya Tirkiyê ku li dijî deverên Zapê, Avaşîn û Metînayê yên bi ser Başûrê Kurdistanê ve daye destpêkirin di roja 17’emîn de berdewam dike. Îbrahîm Yaylali (Yannis Vasilis Yaylali) ê di kanûna sala 1994’an de ji aliyê PKK’ê ve dîl tê girtin û paşê hatibû berdan opersyona Tirkiyê ya li ser deverên Başûrê Kurdistanê nirxand.    Yaylali anî ziman ku îqtidar piştî sala 2015’an de di şûna çareserkirina pirsgirêka kurd de di polîtîkayên şer de israr dike û AKP ji bo li ser îqtidarê bimîne van operasyonan daye destpêkirin û şer didomîne.    ‘DIXWAZIN QIRKIRINÊ PÊK BÎNIN’    Yaylali da zanîn ku înkara kurdan a ji salên avakirina komarê ve heta îro tê bi destê îqtidara AKP’ê berdewam dike û got: “AKP polîtîkaya qirkirina kurdan daniye pêşiya xwe. Li Garê û niha jî li Zapê, Metîna û Avaşînê ev şerê qirkirinê berdewam dike.”    ‘ŞER LI DIJÎ KURDAN HEMÛ YE’    Yaylali destnîşan kir ku leşkerên Tirkiyê li wan deverên şer bi berxwedanê rûbirû man û operasyonên niha tên birêvebirin ve ji operasyonên salên 90’î girantir in û wiha got: “Di salên berê de me gelek zirar da gundên kurdan. Li bajaran jî wisa bû lê hedefa sereke gund bûn. Gund dihatin şewitandin û hilweşandin. Îşkence û zorî li gundiyan dihat kirin. Lê rewşa îro ji wan salan bihûrtiye. Gelê kurd kirine armanca xwe û dixwazin bi vê arman girtinê nifûsê biguherînin. Tenê ne li bakurê Kurdistanê li parçeyên din ên Kurdistanê heman rewş heye û dixwazin vê polîtîkayê bixin dewrê. Kurd li her deverê di bin tecrîdê de ne. Divê em polîtîka ango pergala şerê taybet yê li dijî kurdan tê birêvebirin deşîfre bikin û li her deverê vebêjin. Armancek van operasyona heye, tenê ne li dijî PKK’ê hatiye destpêkirin li dijî tevahiya kurdan hatiye destpêkirin. Tirkiyeya ku îro li wan deveran şer dike, ma berê tanq û topê xwe neda ser Barzanî jî? Divê ku gelê kurd şiyar bibe. Ev şer tenê ne li dijî PKK’ê ye.”