‘Divê tevahiya civakê xwedî li greva birçîbûnê derkeve’ 2021-05-10 09:03:51   ÎZMÎR - Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Îzmîrê Şukran Ozturk da zanîn ku bêhiqûqiyê ji Îmraliyê dest pê kir û pêl bi pêl belav bû û bang kir ku divê civak xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî bêhiqûqiyê derkeve.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F tê ragirtin û tecrîdkirin. Greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehên cuda ji bo tecrîd rabe û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibe dane destpêkirin di roja 165’emîn de berdewam dike.  Hevseroka Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê Şukran Ozturk bal kişand ser tecrîdê û greva birçîbûnê.    ‘JI ÎMRALIYÊ PÊL BI PÊL DEST PÊ KIR’    Ozturk pergala tecrîdê ya li Îmraliyê wek “pergala îşkenceyê” pênase kir û wiha got: “Ev tecrîd dijhiqûqî ye. Bi zanebûn û hişmendî vê polîtîkaya tecrîdê bi rê ve dibin. Tecrîd ewilî belavî girtîgehên din bû û pişt re belavî ser tevahiya civakê bû. Sepanên tecrîdê pêl bi pêl belavî ser civakê bû. Tecrîd bi hiqûq û yasayên kêfî tê sepandin. Hikmên hiqûq navnetewî jî hatine binpêkirin. Ev sepanên kêfî du sal in li her deverê derdikevin pêşiya me. Mafên ku hiqûqê ji bo girtiyan daye destpêkirin jî hatine desteserkirin. Dixwazin bi axaftina telefonê ya 5 deqîqeyan jî civakê bixapînin.    ‘DIVÊ CIVAK XWEDÎ LI GREVA BIRÇBÛNÊ DERKEVE’    Ozturk destnîşan kir ku herî zêde li girtîgehan binpêkirinên mafan diqewimin û wiha got: “Bi pandemiyê re ev binpêkirinên li girtîgehan zêde bûn. Daxwazên girtiyan pir zelal in. Dixwazin li tavilê tecrîd rabe û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin. Bêyî ku hevdîtinên li Îmraliyê bibe mijara bazariyê divê li gorî mevzûatê pêk werin. Her welatî dikare daxwazên girtiyan wek daxwazên xwe bibîne. Çimkî tecrîd bûye pirsgirêka tevahiya civakê. Ji ber vê yekê jî divê tevahiya civakê xwedî li girtiyan û çalakiya wan derkeve.”  MA / Nacî Kaya