'Dînê Nisêbînê' mamoste Aslan jiyana xwe ji dest da 2021-05-10 09:21:07 MÊRDÎN - Mamoste Aslan Alp ku wek "Dînê Nisêbînê" dihat nasîn û ji aliyê xelkê Nisêbînê ve pir dihat hezkirin jiyana xwe ji dest da.    Mamoste Aslan Alp ê ji gundê Qesra Serçixanê ya girêdayî navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku di nava xelkê navçeyê de wek "Dînê Nisêbînê" dihat nasîn jiyana xwe ji dest da. Cîranên mamoste Aslan demek agahî jê negirtin û li ser vê çûn mala wî. Cîranan ferq kir ku ew bêtevger maye û li ser vê yekê bangî tîmên tenduristiyê kirin. Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê tespîtkirin ku Alp jiyana xwe ji dest daye. Sedema mirina Alp nehat zanîn û ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê. Piştî karûbarên otopsiyê cenaze li gund hat veşartin.    PIR DIHAT HEZKIRIN    Aslan Alp mamosteyek teqewît e. Pirsgirêkên wî yên psîkolojîk ango giyanî hebûn. Mamoste Aslan ji aliyê xelkê navçeyê ve gelek dihat hezkirin. Pirtûkek wî ya helbestan bi navê "Aşk-İnanç, Barış, İnsan ve İnsanlık (Evîn-Bawerî, Aştî û Mirovahî)" derketibû. Ew yek ji kesek li Nisêbînê pir dihat nasîn bû. Resûl Kaya belgefîlmek bi navê "Meşa Koran" çêkiribû û mamoste Aslan jî di belgefîlmê de cih girtibû. Belgefîlm li ser serpêhatiya astengdarên zihnî hatibû çêkirin.