Malbata Şenyaşar: Wezareta Dadê tu li ku yî? 2021-05-10 13:02:40 RIHA - Malbata Şenyaşar, pirsa “Wezareta Dadê tu li ku yî?” kir û wiha got: “Me bidin bawer kirin ku li Tirkiyeyê EDALET heye. Bila dozger ne fermanên siyasî, qanûnan pêk bîne.” Çalakiya ku Malbata Şenyaşar bi daxwaza berpirsiyar bên darizandin li pêş Edliyeya Rihayê “Nobeta Edaletê” da destpêkirin, di roja 63’emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar, ji ber qedexeya derketina derve ji 30’ê Nîsanê ve çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne.    ‘ME BIDIN BAWER KIRIN’   Malbata Şenyaşar di roja 63’yemîn a çalakiya xwe de li ser hesabê xwe yê twîtterê, hesaba Wezareta Dadê ya fermî etîket kir û bi wêneyê ambûlansa ku dema birîndar rakirin nexweşxaneyê êriş lê hatibû kirin, ev peyam parve kir: “Tu li ku yî @adaket_bakanlik me bidin bawer kirin ku li Tirkiyeyê EDALET heye. Bila dozger ne fermanên siyasî, qanûnan pêk bîne. Kesên li nexweşxaneya dewletê sûcê mirovahiyê kirin, êdî darizînin. Rapora xebatkarê tenduristiyê!”