‘Polîtîkayên îqtidarê rewşa astengdaran girantir dike’ 2021-05-10 15:57:22   STENBOL - Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû têkidlarî Hefteya Astengdaran daxuyanî da û diyar kir ku polîtîkayên îqtidarê rewşa astengdaran giran kiriye û sedema ku wan asteng dike bêtevdîrî ye.    Parlamenterê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû bi wesîleya 10-16’ê Gulanê Hefteya Cîhanê ya Astengdaran li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Pîroglû got wan di çarçoveya kampanya “Destpêkê Edale” de xebata “Lêkolîna Tespîtkirina Têgînên Cihêkar ên li Dijî Astengdaran” dane destpêkirin    Pîroglû da zanîn ku wê hefteyek sax îqtidar û muxalefet daxuyaniyên cûrbicûr derbarê astengdaran de bidin û dê gotinên klişe dubare bibin. Pîroglû anî ziman ku pandemî herî zêde bandorê li ser astengdaran dike û ew wek HDP’ê dixwazin pirsgirêkên astengdaran werin çareserkirin. Pîroglû got îqtidar bi kirinên xwe pirsgirêkên astengdaran kûrttir dike.    ‘ASTENGDAR LI DERVEYÎ CIVAKÊ TÊN HIŞTIN’    Pîroglû destnîşan kir ku civak bi awayek tibbî li meseleya astengdariyê dinêre û dewlet û civak bi çavê cihêkar li astendaran dinêrin û derveyî civakê tên hiştin. Pîroglû anî ziman ku daxwaza astengdaran piştevanî, hezkirin û dildariya bilindkirin nîne û got: “Rêveberiyên xwecihî yên hatine bihêzkirin wezîfedar e ku di pirsgirêkên astengdarî de piştevan be. Daxwazek bingehîn a astendaran heye. Ew jî dixwazin wek însanek ji rêzê bijî. Dixwazin li her qada jiyanê hebin. Tişta ku me astengdar dike, ne astengiya ling û çavên me ye. Tişta ku me astendar dike negirtina tevdîran e. Em dixwazin pirsgirêkên me astendaran werin çareserkirin. Pirsgirêkên civakî û fizîkî yên astendaran hene. Astendar û saziyên astengdaran divê werin cem hev û rêya çareseriyê bibînin.”