Jinên wanî: Em xwedî li kurdî derkevin 2021-05-11 09:06:35 WAN - Jinên wanî ji bo kesên bi kurdî bi zarokên xwe re naaxivin wiha gotin: "Heger mirov bi zimanê xwe neaxive, dê bê jibîrkirin. Bila her kes bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive."  Ji 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî re çend roj man. Jinên Taxa Suphan a navçeya Artemêtan a Wanê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî bal kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî û bang li her kesî kirin ku xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derkevin.   PÊŞÎ ZIMAN    Dayika 5 zarokan Fatma Yucel a 38 salî, anî ziman ku tim bi zarokên xwe re bi kurdî diaxive û got: "Ez û hevjînê xwe tevde bi kurdî bi zarokan re diaxivin. Ji lew re em dizanin, heger bi kurdî neaxivin ê kurdî bê jibîrkirin. Lewma em pêşî zimanê zikmakî hînî zarokên xwe dikin."    BANG LI MALBATAN KIR    Yucel, destnîşan kir ku heyîna herî girîng a gelekî ziman e û ji bo heyîna gelê kurd winda nebe, divê her kes xwedî li kurdî derkeve. Yucel, anî ziman ku berî zimanine din divê zarok pêşî baş bi zimanê xwe zanibin û got: "Em nikarin bi zorê ji dayik û bavan re bibêjin 'kurdî hînî zarokên xwe bikin', lê divê di vî warî de baldar bin. Gava ez çav bi malbatên ku bi kurdî bi zarokên xwe re naaxivin dikevim, ez wan hişyar dikim. Ji lew re jixwe gava biçe dibistanê tu bikî nekî dê tirkî hîn bibe. Lê beriya hemû zimanan, a grîng zimanê zikmakî ye."    Yucel, bilêv kir ku gava bi neviyên xwe re bi kurdî diaxive, neviyên wê car carinan bi tirkî pê re diaxivin û got: "Fêm dikin lê bi tirkî bersivê didin. Li ber dikevim. Ji lew re dêya wan bi tirkî bi wan re diaxive. Pêşî divê em zimanê zikmakî hînî zarokan bikin û bi zimanê zikmakî bi wan re biaxivin."    ZEXTÊN LI SER ZIMAN    Dêya 9 zarokan Hayzeran Gurel jî anî ziman ku 7 neviyên wê hene û her heft jî bi zimanê zikmakî mezin bûne. Gurel got: "Min bi kurdî bi zarokên xwe re xeber da. Mezin bûn, çûn dibistanê. Li dibistanê hînî tirkî bûn. Ez bi kurdî bi neviyên xwe re diaxivim, lê dêya wan bi tirkî bi wan re diaxive. Ez pir li ber dikevim. Çima wisa dikin, fêm nakim. Gelek zext û zorî li ser kurdî hene. Lê dîsa radibin bi zimanê zikmakî bi zarokan re naaxvin. Heger bi kurdî neaxivin, ê kurdî bê jibîrkirin. Bila her kes bi zimanê xwe yê zikmakî baixive. Jixwe hikûmet naxwaze kurd bi zimanê xwe biaxivin."    Dayika 2 zarokan Kûmrû Hûmû jî 8 neviyên wê hene. Mûhû, bal kişand ser girtina saziyên ziman û got: "Nehiştin zarok hînî zimanê xwe bibin. Ji lew re dixwazin kurdî bi temamî bê jibîrkirin. Dixwazin tevî ziman çanda kurdan jî bê jibîkirin. Lê çi dikin bila bikin em jin em ê nehêlin zimanê me bê jibîrkirin. Bila her kes bi kurdî bi zarokên xwe re biaxive."