Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2021-05-11 11:18:06   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 22  sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji parêzerên Ocalan Parêzer Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal û Serbay Koklu bi armanca biçin Îmraliyê û bi muvekkîlên xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li dozgeriyê dan.    BERSIV NAYÊ DAYÎN   Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, bi hinceta Ocalan di sala 2009'an de parastina bi navê "Nexşerê" ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) re şandibû, di 23'ê Îlona 2020'an de 6 meh cezayê qedexeya parêzeran li Ocalan birîbû. Li gel cezayê qedexeya parêzeran di 23'ê Adarê de bi dawî bû jî dîsa parêzer nikarin biçin Îmraliyê û ne erênî ne neyînî bersiva wan nayê dayîn.    Ji parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di navbera 2-22'ê Gulan, 12-18'ê Heziran û 7'ê Gulana 2019'an de çûbûn Îmraliyê.    HEVDÎTIN QUT KIRIN   Ocalan di 22 salên Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de tenê 2 caran bi telefonê bi malbatê re axivî. Ocalan, ku 22 salin di tecrîdê de ye, cara ewil di 27'ê Nîsana 2020'an de tenê 20 deqîqeyan bi telefonê axivî. Herî dawî li ser îdeayên medya civakî belav bûn, piştî berteka civakê ya zêde di 25'ê Adara 2021'an de li Edliyeya Rihayê tenê 4.5 deqîqeyan bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Vê cara dawî jî telefon qut kirin û carek din destûr nedan ku Ocalan bi telefonê bi axive. Hemû serlêdanên malbat û parêzeran bê bersîv tên hiştin.