Herbo: Li Şengalê derd hebûna êzidiyan e 2021-05-11 12:49:13 ŞENGAL – Berpirsê Karên Derve yê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê Faris Herbo, diyar kir ku li bajar pirsgirêka ewlehiyê nîne û ev tişt got: “Tenê derdê wan hebûna êzidiyan e. Vê saetê şûnde hûn nikarin êzidiyan bêparastin bihêlin. Bi rêyên siyasî pirgirêk dikarin bên çareserkirin.”   Gengeşiya piştî peymana ku di 9’ê cotmeha 2020’an de di navbera Hikumeta Navendî ya Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin dest pê kir, didome. Ji bo zelalkirina rewşa li Şengalê hewldanên aliyan didomin lê pêkanîna peymanê ya li qadê zehmet e. Di vê çarçoveyê de Bexda hewl dide leşkerên xwe bike Şengalê û hêzên navneteweyî jî ku piştgiriya peymanê dikin jî li gorî vê tevdigerin. Dîsa nûnerên Yekitiya Neteweyî jî hewl didin li Şengalê vîna êzidiyan bişikînin. Li dijî van hemû hewldanan êzidî di Şengala xweser de israr dikin.    QIRKIRINA SEDSALA 21’EMÎN   Berpirsê Karên Derve yê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê Faris Herbo, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û peymana ku hatiye îmzekirin û geşedanên piştî wê li herêmê diqewimin nirxand. Herbo, diyar kir ku di sala 2014’an de dinya şahidiya qirkirina wan hatiye kiriye û ji bilî hêzên PKK’ê tu hêz li wan xwedî derneketiye û wiha got: “Bi qirkirina 2014’an û piştî wê hat xwestin ku êzidî bên parçekirin û bêrêxistin bên hiştin. Lê Şengalê bernedan û parçe parçe Şengalê azad kirin. Ji bo vê bedelên mezin dan. Bi vê têkoşînê re di warê îdarî, civakî û ewlehiyê de jî Şengal hat avakirin.”    ‘LI DIJÎ ŞER NEKIRIN’   Derbarê nezikbûna hikûmeta Bexdayê ya êzidiyan de jî Herbo, destnîşan kir ku ji şerê sala 2014’an heta 2017’an Hikûmeta Bexdayê li herêmê tunebû û pêşmergeyên PDK’ê jî zêde şer nekirin û ev tişt anîn ziman: “Li gel hemû êşan jî sala 2014’an ji bo me bû girîng e. Êzidî ji ferman, nerêxistinkirin, bêparastin û dûrmayîna ji siyasetê re dibêjin êdî bes e. Êzidiyan di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Şengalê de sazî û dezgehên xwe ava kirin û hêzên YBŞ û YJŞ’ê hikûmeta Bexdayê anîn vir. Dema ku PDK li vir hebû hikûmeta bexdayê nedihat vir.   PÊVAJOYA HATINE IRAQÊ   Herbo, da zanîn ku di sala 2017’an de gotine dikarin bi Hikûmeta Iraqê re parastina Şengalê bikin û wiha qala pêvajoya hatina Hikûmeta Iraqê ya Şengalê kir: “Me wan anîn bajar û li hin cihan bi cih kir. Li hin deveran me bi hev re karên îdarî kirin. Dîsa me sînoran ji Artêşa Iraqê re hişt. Ji sala 2017’an heta sala 2020’an wiha berdewam kir. Wê demê di navbera saziyan û hêzên parastinê de karên hevpar hebûn. Rexmî astengkirinên daîreya koçê ya Hikûmeta Iraqê û PDK’ê jî êzidiyên ku ji ber fermanê cih û warên xwe terk kiribûn vegeriyan cihên xwe. Bi taybetî di destpêka sala 2020’an de bi hezaran êzidî vegeriyan warê xwe. Hemû jî bêyî alîkarî bi şertên xwe vegegeriyan. Ev jî nîşan dide ku Şengal cihekî aram û ewle ye.”   HESABÊN WELATAN    Têkildarî peymana 9’ê Cotmehê jî Berbo, bi lêv kir ku piştî asayîbûna jiyanê ya li Şengalê di 9’ê Cotmehê de peyman hatiye îmzekirin û ev tişt anîn ziman: “Peyman ne di navbera her du hikûmetan de di navbera Serokwezîrê Iraqê Mûstaga Kazimî û PDK’ê de hatiye îmzekirin. Parlamenterên Iraqê, derdorên siyasî û hevpara hikûmetê YNK dibêjin ku ew vê peymanê qebûl nakin. Destê veşarî di peymanê de heye. Beriya peymanê Kazimî serdana Amerîka û Tirkiyeyê kir. Her wiha destê Fransa, Urdun û Misrê jî di peymanê de heye. Her welateke planeke wan cuda heye.”     HÊZÊN NEFERMÎ   Herbo, bi lêv kir ku derbarê peymanê de nêrîn ji êzidiyan nehatiye girtin û ev tişt gotin: “Dibêjin ku wê ewlehiya hundirîn bidin polisên federal û herêmî, artêş û îstixbaratê. Beriya peymanê kî li vir bû? Dema şerê li dijî DAIŞ’ê yê li Til Zer û Sibayê hûn ne li vir bûn? Li vir em çawa dikarin qala pirsgirêka ewlehiyê bikin. Dîsa tê gotin ku wê hebû hêzên nefermî dê Şengalê derkevin. Kîja hêz li vir ne fermî ye? Em jî dixwazin vê hîn bikin. Vegera hêza ku Şengalê radestî DAIŞ’ê kir fermî ye? Hûn ê fermiyetê bidin wan? Hêzên ku li Şengalê me diparêzên piranî girêdayî Artêşa Iraqê ne û fermî ne. Li derveyî qanûnên Iraqê tevnegeriyane. Dema Haydar El Ebadî rêveberiya îdarî ya Şengalê hat tayînkirin. Ji aliyê hikûmeta demê ve qaymeqam tayînî Şengalê hat kirin. Li dijî vê li Şengalê geşedanek çênebû. Heke hûn li dijî qanûnên xwe bin ev tiştekî din e.”     'PDK NIKARE DEST BIDE ŞENGALÊ BIBE’   Di berdewamê de Herbo, qala “jinûvea avakirin” û “vegera Şengalê” ya di çarçoveya peymanê de jî kir û wiha pêde çû: “Heta niha ji bo avakirinê kes nehatiye Şengalê. Kes neketiye nav hewldaneke wiha. Dîsa dibêjin ku wê veger çêbibe. Kîjan partî û kesê Êzdîxanê naxwaza êzidî vegerin vir? Me ji bo ku gelê me yê koç kiriye careke din bi awayekî ewle vegere, Şengalê ava bike û û siyaseteke cuda bi rê ve bibe şer kir. Heke em îro wiha nebirêxistin bûna, tişta hat serê Kerkûkê dê bihata serê me jî. Lewre kesên kesên diçin Kerkûk û Şengalê heman kes in. Şengal bajarê parêzgeha Nînovayê ye. Divê parêzgeha Nînovayê vê pirsgirêkê bi hikûmeta navendî re çare bike. Tevlîbûna PDK’ê ya bi serê xwe ne rast e.”   PIRSGIRÊKA SIYASÎ   Herbo, da zanîn ku li Şengalê pirsgirêka ewlehiyê tuneye û têkildarî mijarê ev nirxandin kir: “Bi pêkanînên ewlehiyê ev pirsgirêk çareser nabe. Bi rêyên siyasî dikare bê çareserkirin. Derdê we tenê hebûna êzidiyên li dijî DAIŞ’ê şer kirine. Ji vê saetê şûnde hûn nikarin êzidiyan bêçek bikin û bê parastin bihêlin. Ev ne pêkan e. Cîranên êzidiyan yanî derdora Şengalê tev çekdar in. Em ne li dijî vê ne. Herkes dikare xwe biparêze. Di heman demê de divê êzidî jî karibin xwe biparêzin. Bi xweserbûna Şengalê êrişên heyî û gefên li ser êzidiyan dikarin bi dawî bibin. Di van rojan de wê hêzên navneteweyî careke din êzidiyan li hev bicivînin û bi wan re biaxivin. Heke nêrînên êzidiyên Şengalê li ber çav neyên girtin wê hevdîtin bêencam bi dawî bibin.”     RAYEYA BIRYARÊ YA NY’YÊ   Di dawiya axaftina xwe de Herbo, têkildarî hevdîtina wan a bi heyeta Neteweyên Yekbûyî re ku beriya çend rojan pêk hatibû de jî ev agahî dan: “Daxwaza hevdîtinê ji wan hat. Mijarên berê hatin nîqaşkirin. Plankirin û rayeya biryar girtinê ya nûnerên NY’yê li Iraqê tuneye. Tenê tên guhdarî dikin. Dibêjin ku tiştên em dibêjin rast in û heqîqetê nîşan didin lê bandoreke wan tuneye. Me ji wan xwest ku zêdetir rol bilîzin.”   MA / Nazim Daştan