Banga greva birçîbûnê li Wezareta Dadê hat kirin: Dawî li tecrîdê bînin 2021-05-11 15:05:50   STENBOL - Şandeya Şopandina Greva Birçîbûnê rapora têkildarî girtîgehên li Herêma Marmarayê eşkere kir û ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafan bang li Wezareta Dadê û raya giştî kir.    Girtî bi daxwazên rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan 166 roj in di greva birçîbûnê de ne. Şandeya Şopandina Greva Birçîbûnê ya ji Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Şaxa Stenbolê, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re yaa Marmarayê (MA-TUHAYDER) û Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) a Şaxên Stenbolê pêk tê raporek têkildarî girtîgehên li Herêma Marmarayê amade kiribûn bi raya giştî re parve kirin. Rapor ji serdana parêzeran a di navbera 4-10’ê gulanê de çûne girtîgehan pêk tê. Ji bo eşkerekirina raporê li avahiya Şaxa OHD’ê ya li Navçeya Beyoglûya Stenbolê civîn hat lidarxistin.    Li cihê civînê pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hat daliqandin. Seroka Şaxa ÇHD’ê ya Stenbolê Çîgdem Akbûlût xwend.    LI 12 GIRTÎGEHAN HEVDÎTIN    Di raporê de hat gotin 26 parêzeran li 12 girtîgehên li Herêma Marmarayê serdana 50 girtiyan kirine û derbarê grevên birçîbûnê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan guhdariya girtiyan kirine. Di raporê de hat destnîşankirin kul i 12 girtîgehan 612 girtî ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger û her koma ji 2-3 kesan pêk hatiye ji 5 rojan carek ketine greve.    BINPÊKIRINÊN MAFAN    Di raporê de hat gotin girtiyên ketine greve derbarê wan de lêpirsîna dîsîplînê hatiyedestpêkirin, cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn û her çiqas îtîraz kiribin jî dadgeha girtîgehê îtîrazan red kiriye. Di raporê de hat diyarkirin ku li hin girtîgehan vîtamîna B1 nadin girtiyan û xwarina diyetê nadin wan girtiyên ku pêdiviya wan pê heye. Di raporê de hat diyarkirin ku girtiyan nameyên ji Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê, HDP, CHP, ÎHD, CÎSST û CPT’iyê re şandine ji aliyê îdareya girtîgehê ve hatine desteserkirin.    DAXWAZA WAN EW E TECRÎD WERE RAKIRIN    Di raporê de hat destnîşankirin ku daxwazên girtiyan pir eşkere ne û dixwazin di çarçoveya mafê bingehîn û azadiyan de tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin, hevdîtin pêk werin û li girtîgehan binpêkirinên mafan bi dawî bibin.    BANG LI CPT Û WEZARETA DADÊ HAT KIRIN    Di raporê de hat gotin ku pêwîste Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê di serî de biçe Girtîgeha Îmraliyê û tevahiya girtîgehan û pirsgirêkan di cih de tespît bike û di pergala girtîgehan hemû de revîzeyan bike. Di raporê de ji bo hin bêtir rewşa greva birçîbûnê ber bi xetereyê û rewşek giran pêk neyê bang li Wezareta Dadê û raya giştî hat kirin û hat xwestin ku Wezareta Dadê demildest bikeve nava tevgerê û çareseriyê pêk bîne.    PIRSGIRÊKÊN GIRAN ÊN TENDURISTIYÊ HENE    Endamê OHD’ê Baran Çelîk jî destnîşan kir ku girtî bi pirsgirêkên giran ên tenduristiyê re rûbirû mane û daxwaza wan tenê ew e ku hiqûq were sepandin û dawî li tecrîdê were anîn.    ‘BILA DEWLET BERPIRSIYARIYA XWE BÎNE CIHD’    Levent Pîşkîn jî li ser navê TÎHV’ê axivî û anî ziman ku pêwîste dewlet ji bo girtiyan berpirsiyariya xwe pêk bîne.    ‘TECRÎD SÛCÊM MIROVAHIYÊ YE’    Endamê ÎHD’ê Mehmet Acettîn jî destnîşan kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê dawî li tecrîdê were anîn û daxwazên girtiyan bi cih were anîn.