Li Xozatê bi operasyonê re şewat jî derket 2021-05-11 15:15:20 DERSIM - Li navçeya Xozatê ku operasyona leşkerî lê tê birêvebirin, ev du roj in şewat li daristanê derketiye.    Li çoltera navçeya Xozatê ya Dersimê ji 9’ê gulanê ve operasyona leşkerî didome. Hat zan^n ku li herêma operasyonê şewat jî derketiye û ev şewat du roj didome. Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek kurt da û got: “Du roj in li gundê Koçerî û Derekoy bi ser navçeya Xozatê şewat didome. Ev îşareta ku wê siberojê bêtir daristanên me werin şewitandin, nîşan dide. Em ê li dijî her êrişên talankirinê xwezaya xwe biparêzin.”